Dayikên Şengalî: Nexweşxana Sikêniyê ya me bû, bijîşkên wê zarokên me bûn 

Piştî êrîşa Nexweşxaneya Sikêniyê dewleta Tirk ji bo sûcê xwe yê şer veşêre, her roj daxuyaniyên derew belav dike. Dayikên Şengalî ku bi dehan caran ji bo derman bibin çûne wê nexweşxaneyê bi van gotinan bersiva dewleta Tirk didin: “Nexweşxana Sikêniyê ya me bû, bijîşkên wê zarokên me bûn.”

Di 17’ê Tebaxê de balefirên şer ên dewleta Tirk, li ber çavê hemû cîhanê Nexweşxaneya Sikêniyê 4 caran bombebaran kirin. Di encamê de 4 ji wan kedkarên tenduristiyê û 4 jî şervanên YBŞ’ê 8 kes şehîd ketin. Ji wê demê şûn ve derbarê nexweşxaneyê de gelek agahî û şahidî û dîmen derketin holê ku piştrast dikir ew der nexweşxaneyeke di xizmeta civaka Êzidî û gelê Ereb de ye. Cardin kedkarên tenduristiyê yên ji vê komkujiyê rizgar bûne jî yek bi yek kar û barên vê nexweşxaneyê ragihandin hemû cîhanê.

Ruxmê van hemûyan jî heya niha di serî de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), saziyên tenduristiyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên civaka sivîl derbarê vê sûcê şer û mirovahiyê de lêkolîneke nedane destpêkirin. DewletaTirka ku ji vê rewşê dixwaze îstîfade bike û sûcê xwe veşêre, daxuyaniyan dide ku ew der ne nexweşxane lê baregeheke leşkerî bûye.

Civaka Êzidî û gelên herêmê li hemberî van daxuyaniyên dewletaTirkû bêdengiya saziyên pêwendîdar bi hêrs û bertek in. Ji ber ku gelek ji wan an bi xwe li Nexweşxaneya Sikêniyê hatine dermankirin, an jî zarokên xwe birine.

‘Ew der cihê xêrxwaziyê bû’

Emşê Şengalî jî yek ji wan dayikan e ku gelek caran ji bo derman bibe çûye vê nexweşxaneyê. Dayika Emşê da zanîn ew nexweşxane cihekî xêrxwaziyê bû ku ew çend caran ji bo xwe û zarokên xwe çûye nexweşxaneyê. Dayika Emşê bi taybet balê dikşîne ser civaka xizan û wiha berdewam dike: “Ew nexweşxane alîkariya Êzidiyan dikir. Însanê alîkariya me dikin, radibin topbaran dikin. Min bi xwe derman ji wê nexweşxaneyê aniye.”‘Bijîşkên me zarokên Êzidiyan bûn’

Nefiya Şengalî jî bertek nîşanî îddiayên ku nexweşxane baregeha leşkerî bûye dide û dibêje hemû kesên li wê derê hatin qetilkirin û birîndar kirin bijîşkên wan û zarokên Êzidiyan bûne. Dayika Nefiya bibîr dixe ku dewletaTirk dijminê civaka Êzidî ye û ji ber vê nabêje ku li zarokên Êzîdxanê daye.‘Ez her meh ji bo dermanan diçûm nexweşxaneyê’

Dayika Nefiya bi van gotinan hêrsa xwe tîne ser ziman: “Çima nabêjin me keç û xortên Êzidiyan parçe parçe kiriye. Ew nexweşxane xizmeta civaka Êzidî dikir. Derman didan Êzidiyan. Ez wekî dayikek Ezidî her meh diçûm dermanê xwe min digirt. Zarokên min diçûn, cîranên min diçûn. Testên me, tahlîlên me dikirin. Dermanên me didan. Hemû Êzidî diçûn wê nexweşxaneyê.”

‘Belengaz diçûn wê nexweşxaneyê’

Yek ji jinên Êzidî Nûrê Şengalî dibêje ji hemû gundên derdor kî nexweş diket diçû Nexweşxaneya Sikêniyê, bi taybet di demên dawî de nexweşên koronayê jî berê xwe dane wê derê û wiha pê de diçe: “Nexweşxaneya gel bû, ez û malbata xwe çendî caran çûne wê nexweşxaneyê. Çawa dibêjin yên şehîd bûne, ne Êzidî ne. Em çûn cihê lêdanê me hestiyên wan rakirin. Hinek kes belengaz bûn diçûn dermanên xwe digirtin. Zarokên me li wir kar dikirin.”Ne tenê dayik û zarok, ciwanên Şengalê jî dema nexweş diketin diçûn Nexweşxaneya Sikêniyê. Selah Berces destnîşan dike ku ev nexweşxane piştî herêm ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin ji aliyê Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ve hatiye avakirin. Lê hemû kes diçûn wê derê. Selah Berces bi xwe jî çend caran berê xwe dayê vê nexweşxaneyê û bi gotinên wî, çi leşkerî an jî çi medenî, tu ferq û cûdahî nedixistin nav însanan û xizmeta wan dikirin. Selah Berces herî dawî bibîr dixe ku noqteyek artêşa Iraqê gelek nêzîkê nexweşxanê bûye û gelek caran leşkerên artêşê jî hatine vê nexweşxaneyê.

‘Naxwazin Êzidî birînên xwe jî derman bikin’

Yek ji ciwanên Êzidî Salim Dawûd jî destpêkê rexne li hikumeta Iraqê û saziyên sivîl dike û dibêje tu kes serê xwe bi pêdiviyên gundê Sikêniyê re ne êşandiye, lê YBŞ’ê ji bo pêdiviyên gel nexweşxane ava kiriye. Salim Dawûd bi van gotinan behsa rola nexweşxaneyê dike: “Ez jî yek ji wan kesan im ku hatime Nexweşxaneya Sikêniyê. Me ev der wek mala xwe hesab dikir. Dewleta Tirk naxwaze Êzidî birînên xwe jî derman bikin. Artêşa Iraqê bi xwe jî bi caran hatine vê nexweşxaneyê. Niha dewleta Tirk bombebaran kir, cihekî din nîne ku milet xwe derman bike.”ÊZDÎN ŞENGALÎ – ROJNEWS

Show More
Back to top button