Cenazeyê sê şehîdên YBŞ’ê rakirin Tiba Edlî ya Mûsilê

Cenazeyê 3 şervanên YBŞ’ê yên di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîdbûbûn, ji bo lêkolînê rakirin Tiba Edlî ya Mûsilê.

Îro di saet 13:50’an de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek li nêzî kampa Serdeştê ya Şengalê bombebaran kir.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Navenda Ragihandina YBŞ’ê di encamê de sê şervanên wan şehîdbûn, lê heya niha nasnameya şehîdan ne hatiye eşkerekirin.

Cenazeyê sê şehîdên Êzidxanê ji bo lêkolînê rakirin Tiba Edlî ya Mûsilê. Piştî lêkolînên Tiba Edlî wê li Şengalê bi merasîmekî bispêrin axê.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button