Şervanên YJŞ çû serdana Koço

Şervanên YJŞ’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê bi konvoyekê li navenda bajarê Şengalê geriyan û piştre serdana şehîdên komkujiya gundê Koço kirin

Şervanên YJŞ li gund merasîmek pêkanî û destnîşankirin ku cihên komkujiyan wê ji bo wan bibe cihên hesabpirsîna ji dagirkeran.

Şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) berê xwe dan gundê Koço û bi destegulekê ketin nava goristanê û merasîmek lidar xistin.

Di merasîmê de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ji fermandarên YJŞ’ê Axîn Întiqam axaftinek kir û got; “Em îro weke YJŞ’ê di vê roja serhildanê û pîroz de em hatine cihê birînên xwe yên ku qalik negirtine. Di vê rojê de hem xemgîniyeke mezin hem jî bi hêrsa tolhildanê, hêrsa tolhildana van şehîdan em hatin Şehîdgeha Koçoyê.”

Axîn Întiqam qala dîroka 8’ê Adarê jî kir û wiha pêde çû; “Weke jinên Êzidî dîrokeke me jî mîna 8’ê Adarê heye. Roja 3’ê Tebaxê ku çawa li Koço û bi dehan gundên mîna Koço, li Sîba, Tilizêr û bi sedan gundên weke wê komkujî pêk anî, jin revandin, jin qetil kirin, di roja îro de jin xwe bi rêxistin dikin. Jinan xwe afirandine, jin xwedî têkoşîneke bilind in. Jin xwedî hêzeke herî mezin e.”

Axîn anî ziman ku dewletên dagirker çawa ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi destê DAIŞ’ê hewl dan civaka Êzidî tine bikin, di vê demê de jî bi pîlanan hesabê komkujiyan li ser vê civakê dikin.

Axîn Întiqam destnîşan kir ku êrişên heyî wê bi hêrsa jinê têk biçin û wiha dewam kir; “Cihên ku komkujî pêk hatine, cihê hesabpirsîna van lehengan e. Ev roj ji bo me aliyekî xwe yê xemgînî ye, aliyekî xwe jî bi hêrsa serîrakirinê ye. Bi taybetî em ji raya giştî re vê dibêjin: Pîlanên ku niha li ser Şengalê tên kirin esas ev in, planên dagirkeriyê ye, dubarekirina 8’ê Adarê, dubarekirina 3’ê Tebaxê ye.”

Axîn Întiqam destnîşan kir ku ew bi vê sekna xwe bersivê didin gef û êrişên hêzên komploger û dagirker. Axîn Întiqam diyar kir ku yên jinên Êzidî gihandin vê rojê, vê astê Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan bû û got; “Yê ku jin bi rêxistin kir, jin kom kir û kir xwedî îrade, xwedî hêz Rêber Apo ye. Em vê roja pîroz bi taybetî li dîlgirtiyên azadiyê, di şexsê Rêbertî li hezaran jinên ku niha li zindana dîlgirtî ne, li jinên di destê dagirkeriyê de ne û li sûkan tên firotin, li yên ku di greva birçîbûnê de ne yên ji bo bigihêjin xeyalên azadiyê, li van hevalan pîroz dikin. Li lehengên di çeperên pêş de li dijî dagirkeriyê şer dikin, em li wan pîroz dikin.”

Ji fermandarên YJŞ’ê Axîn Întiqam destnîşan kir ku li dijî her cûre êrişên gengaz ên li dijî civaka wan ew amade ne bersivê bidin, li ber xwe bidin.

Şervanên YJŞ’ê piştî merasîma leşkerî kulîlk danîn ser gorên şehîdên Koço.

ÇAVKANÎ: ŞENGAL-ANF

ANF Images
ANF Images
Show More
Back to top button