Komxebata ‘Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’î’ destpê kir 

Komxebata ‘Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê’ li Silêmaniyê destpê kir. Di komxebatê de li ser stratejiya şerê dijî DAIŞ’ê û metirsiya girtiyên DAIŞ’î ya li ser Iraq û Bakur rojhilatê Suriyeyê wê gotubêj werin kirin.

Li Otela Dawa ya Silêmaniyê ‘Komxebata Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ ê’ destpêkir. Komxebat ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyeyê û Eniya Piştevaniya Rojava ve tê organîzekirin.

Rêvebera Polîtboruya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed wê axaftina destpêkê bike. Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk QSD’ê Mazlum Ebdî jî wê bi rêya online tevlî komxebatê bibe û nêrînên xwe bîne ziman.

Di komxebatê de du panel werin dayîn. Wê di panelan de mijarên wek; tevgera çeteyan a li herêmê, bi fermî nasandina Rêveberiya Xweser û bandora wê ya li ser şerê dijî DAIŞ’ê, stratejiya şerê dijî terorê û berpirsyartiya hêzên navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê, giringiya yekitiya netewî di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de, metirsiya terorê li ser Iraqê, çarenûsa girtiyên DAIŞ’îyên Iraqî yên di girtîgehên Rojava de, komkujiya ku DAIŞ’ê li ser Êzidiyan pêkanî û metirsiya dubarebûna komkujiyan a li herêmê wê werin destgirtin û nirxandin.”

Kesên ku tevlî komxebatê bibin; “Hevseroka KNK’ê Zeyneb Muradî, Endamê Desteya Rêveber a YNK’ê Seedî Ehmed Pîre, endamê polîtbûroya YNK’ê Aram Qadir Xelat, siyasetmedarê Kurd Dr. Mihemed Emîn Pênciwênî, hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdulla, siyasetmedarê Iraqî Eshad Îbadî, Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiyakurd, nûnerên Meclîsa Gel a Mexmûrê, Kakayî, Şebek, Kurdên Feylî û Rêveberiya Xweser a Şengalê.”

Komxebat piştî nîvro wê bi panela dûyem dewam bike.

11:30

Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Seedî Ehmed Pîre: Piştgirîkirina Rojavayê Kurdistanê, berpirsyartiyek netewî ye, çawa li Kobanê xwîna zarokên her çar parçeyên Kurdistanê tevlîhev bû, ew jî wisane. DAIŞ di warê leşkerî de têkçûye, weke ku çareserkirina pirsgirêka DAIŞ’ê tenê erkê Rêveberiya Xwesere, lê ev yek xelete. Ji ber ku ev şerê hemû cîhanê ye. Yên ku tevlî vî şerî nebin, bê xîretin. Eger em bixwazin şerê DAIŞ’ê bikin, divê hemû saziyên îstîxbaratî, mizgeft, rojnamevan li ser nehiştina fikrê DAIŞ’ê kar bikin. Divê çavkaniyên madî yên DAIŞ’ê werin hişk kirin.

Ji bo çi çekdarên Eniya Nusre û çeteyên din li Efrînê xwe bi rêxistin dikin? Ev jî bi aliyê dewletê ve girêdaye, ji bo berfirehkirina desthilat û zindîkirina împaratoriya xwe ya di dîrokê de têkçûne, bikartînin.

Parlamentera Iraqê Rêzan Şêx Dilêr: Dijî DAIŞ’ê têkoşînek pir alî pêwîste, mexdûrên terorê jin û şerin, divê em ji bo aqûbeta wan rêyên çareseriyê bibînin û pêşbixin. Em jî weke civakê, mal bi mal dijî îslama radîkal têkoşînê bimeşînin.

Parlamenterê Yekgirtûya Îslamî Ebubekir Helednî: Divê em rast nêzî olê îslamê bibin û hemû alema îslamê nexin yek  şihînê. Em li Başûrê Kurdistanê weke tevgerek îslamî, ji bo berjewendiyên Kurdistanê û têkoşîna DAIŞ’ê çibikeve ser milê em amadene.

Parlamenterê berê yê Iraqê Salar Mehmûd: Me weke Başûrê Kurdistanê, di parlamentoyê de ji bo naskirina Rêveberiya Xweser kar kir. Rojava û parçeyên din yên Kurdistanê dikarin bihevre dawî li terora ser axa xwe bînin. Emê di hemû platforman de, alîkariya xwe ya ji bo Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bînin ziman.

10:30

Panela yekem: Berxwedana Rojava, Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya dijî DAŞ’ê û aqûbeta girtiyên DAŞI’ê.

Ji panelîstan endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Derik: Rojava û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dijî DAIŞ’ê li Suriyeyê berxwedanek bê hempa birêvebirin. Herî dawî me li Hesekê 121 şehîd dan. Di Şoreşa Rojava de zêdetirî 10 hezar şehîdên me hene. Ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî berxwedanê bûn û şehîd bûn. Di encama bedelek mezin de DAIŞ têk çû. Hîna bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê girtîne, lê berpirsyartiya girtiyên DAIŞ’ê tenê li ser me hate hiştin.

Teror ne tenê ya ku em bi çavê xwe dibînine, ya ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî hate jiyan kirin, teror bû. Ev ax ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin. Bi sedan kes hatin kuştin, ew qas jî windabûn û rastî destdirêjiyê hatin.

Ji panelîstan nûnerê hevserokatiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Bedran Çiya Kurd: Ev xebat ji bo zanîna xeteriya çeteyên DAIŞ’ê gelek girîngin, ji bo aqûbeta girtiyên DAIŞ’ê xebatên bi vî awayî girîngin. Hêzên Koalîsyonê tenê dijî DAIŞ’ê bi rêya leşkerî li ber xwe dan. Lê dijî DAIŞ’ê berxwedanek, aborî, leşkerî, çandî û sosyolojîk lazime.  Koalîsyon di vî warî de kêm ma û erka xwe bicih ne anî. Ji bo vê jî koalîsyon bû sedem ku DAIŞ carek din bikeve nava liv û tevgerê. Li Hesekê çeteyên DAIŞ’ê xwestin komkujiyek mezin pêkbînin.

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava, moralek mezin dide hêzên terorîst. Êrişên dewleta Tirk di heman demê de berxwedana hêzên me ya hemberî DAIŞ’ê asteng dike. Herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, veguherîne hêlînên terorîstan.

10:00

Sînevîzyonek li ser êrişên çeteyên DAIŞ’ê ên bûne sedema komkujî û talanan hate nîşandan.

Di sînevîzyonê de berxwedana gerîlayên PKK’ê û şervanên YPG-YPJ’ê ya li Şengal û Rojava ya hemberî DAIŞ’ê jî hate nîşandan.

09:45

Endamê Koma Alîkariyê ya Rojava Bekir Şêx Salim: Em bûne şahidê wê ku di demên dawî de çeteyên DAIŞ’ê hem li Başûrê Kurdistan, Rojava û Irakê ketine nava liv û tevgerê. Ger êrişa çeteyên DAIŞ ya li Hesekê biserketiba, wê ne tenê Kurd hemû cîhan ketiba ber xeteriyê. Liv û tevgera çeteyê DAIŞ’ê ji mere dibêje ku divê carek din stratejiya dijî DAIŞ’ê li ber çavan re were derbaskirin.

Li ser vî bingehî, emê jî liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê, xeteriya DAIŞ û dijî vê berxwedanek çawa bê nîşandan gotubêj bikin. Ev erk ne tenê li ser milê Kurdane, erkek mezin dikeve ser stûyê hêzên navnetewî jî.

Endamê Koma Alîkariyê ya Rojava Bekir Şêx Salim: Em bûne şahidê wê ku di demên dawî de çeteyên DAIŞ’ê hem li Başûrê Kurdistan, Rojava û Irakê ketine nava liv û tevgerê. Ger êrişa çeteyên DAIŞ ya li Hesekê biserketiba, wê ne tenê Kurd hemû cîhan ketiba ber xeteriyê. Liv û tevgera çeteyê DAIŞ’ê ji mere dibêje ku divê carek din stratejiya dijî DAIŞ’ê li ber çavan re were derbaskirin.

Li ser vî bingehî, emê jî liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê, xeteriya DAIŞ û dijî vê berxwedanek çawa bê nîşandan gotubêj bikin. Ev erk ne tenê li ser milê Kurdane, erkek mezin dikeve ser stûyê hêzên navnetewî jî.

ROJNEWS-SILEMANÎ

Show More
Back to top button