Oldarên Êzidiyan li ser gorên şehîdan bang kir: Rê li ber êrîşan bigirin 

Desteya Oldarên Êzidiyan serdana  gorên şehîdên ku di êrîşên balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne kirin û bang li Neteweyên Yekbûyî  (NY), saziyên mafê mirovan û hikûmeta Iraqê kirin  ku rê liber êrîşan bigirin.

Endamên Desteya Oldarên Êzidiyan çûn Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwdan û serdana gorên şehîdên komkujiya dewleta Tirk a dagirker, ziyaret kirin.

Oldarên Êzidiyan li ser gora Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen ku di êrîşa 16’yê Tebaxê de şehîd bibû, daxuyanyek da.

Li sernavê Desteya Oldaran Şêx Elyas  axivî û şehîdên 74 fermanan bibîr anîn.

Şêx Elyas  wiha axivî: “Em ji xwedê û Tawisî Melek bi hêvîne ku her kesekî berê xwe da Êzidiyan ewê bi sernekeve. Em bang li NY, saziyên mafê mirovan û hikûmeta Iraqê dikin ku rê liber van êrîşên dewleta Tirk bigirin.”

Şêx Elyas got ku ew ji bo bîranîna şehîdan hatine şehîdgehê û spasiya hemû kesên piştgirî dane civaka Êzidî kir.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button