Çalakiya xelkê me 98 roj in didome

Berxwedaniya xelkê me ji bo naskirina statûya şengalê, li dijî peymana 9’ê cotmehê ya hewler û bexdayê û ji bo piştgirîya asayîşa Êzidxanê berdewam dike. Çalakî 98 roj li pey xwe hişt

Çalakîya bi navê “em hemû asayîş”in hatiye destpêkirin heman demî ji bo xwedîderketina Asayîşa Êzidxanê li navenda asayîşa Şengalê pêktê. Çalakî îro kete roja xwe ya 98’an.

Xelkê me îro jî bi hêjmarek qelebalix, ji hevahî gund û navçeyan bi dehan seyare ketin rê û çûn cihê çalakiyê û piştgiriya xwe ji bo çalakiyê anîn ser ziman.

Xelkê me dibêje ku ew bi biryare ku heya daxwazên wan pêk neyê yê dest ji çalakiyên xwe bernedin. Li gel vê yêkê rûxmê hemû Hewildan û hevdîtinan jî Hikûmeta Îraqê pêkneanîna xwestekên civaka me de israr dike û bêdengiya xwe diparêze.

Show More
Back to top button