Xwendevanên Şengalê êrişên Tirkiyeyê şermezarkirin

Li Şengalê xwendekarên Êzidî yên dikevin ezmûnên nîva salê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin.

Şevê din di saet 22:00’an de  ku êvara Cejna Çilê Zivistanê ya civaka Êzidî bû, careka din dewleta Tirk a dagirker êrişî ser Şengalê kir. Di  encama vê êrişa ku bi giştî 21 qad hatin hedef hatin girtin de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Xwendekarên Şengalê li ber dibistana xwe li gel mamostayên xwe li dijî êrişên dewleta Tirk bertek nîşan dan. Di çalakiyê de pankarta li ser, “Fermana Êzidiyan berdewama, na ji êrîşên Trkiya re , ji ber êrîşa ez nikarim bersiva pirsa bidim” hatin bilindkirn.

Di çalakiyê de êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

ŞENGAL-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button