YBŞ: Di êrişa dewleta Tirk de 3 hevrêyên me şehîd bûn

Balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker îro derdora saet 13:50’an de, li nêzî wargeha Serdeşt ya Şengalê wesayîtek bombebaran kir.

Di derbarê êrişê de Ragihandina Yekîneyên Berxwedana Şengalê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di encama êrişê de 3 şervanên wan şehîdbûne.

Daxuyanî wiha ye:

“Îro di saet 13:50’an de ji aliyê balafirên dewleta faşîst û qirker a Tirk ve wesayîtek hêzên me hate hedef girtin. Di encama vê êrişa hovane de 3 hevreyên me gihîştin şehadetê.

Ev êrişên dewleta dagirker û qirker a Tirk bi armanca têkbirina aramiya Şengal û vegera gelê me a li ser cih û warê xwe ye. Dijmin û xayînên ku difikirin bi van êrişên tirsonek bi me gav paş de bidin avêtin bila bizanibin; em ê li ser rêya şehîdên xwe bimeşin heta ku em doza wan bibin serî. Em heta ev doz bi serkeftinê tacîdar nebe, dev ji vê têkoşîn û berxwedana mafdar bernadin.

Wê nasnameya hevalên me yên şehîd, demên pêş devbi awayek berfireh bi raya giştî re were parvekirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button