‘Em xiyaneta li dijî Şengalê ji bîr nakin’

Nûnerên Mala Êzidiyan a Helebê gefxwarinên Iraqê ji bo êrişkirina Şengalê, li gel lihevkirina wê bi dewleta Tirk re wek dubarekirina sînaryoya komkujiya 2014`an bi nav kir û diyar kir ku wan xiyaneta li hemberî xwe ji bîr nekirine û ji bîr jî nakin

Hikumeta Iraqê bi zexteke ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di Kanûna 2020`an de hêzên xwe li herêma Şengalê bi cih kirin û gef li  hêzên Asayîşa Êzidxanê xwar ku ji herêmê vekişin. Hikumeta Iraqê yekser piştî îmzekirina lihevkirinekê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re di 9`ê Cotmeha 2020`an de bi navbeynkariya dewleta Tirk, ev gef li Şengalê xwar.

Têkildarî mijarê endam û rêveberên Mala Êzidiyan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê axivîn û peymana li dijî gelê Şengalê hate mohrkirin û  derxistina hêzên Asayîşa Êzidxanê ya ji Şengalê red kirin.

ꞌPEYMAN HEMAN SÎNARYOYA 2014`AN DUBARE DIKEꞌ

Endama Rêveberiya Jinan a Mala Êzidiyan Ranya Cafer got sûcên 2014`an ên li Şengalê qewimîn, dema ku çeteyên DAIŞ`ê êriş kir û hêzên pêşmergeyan vekişiyan, komployeke li dijî gelê Şengalê bû û peymana 9`ê Cotmehê ya 2020`an a ku di navbera  hikumeta Iraqê û PDK`ê de hate mohrkirin berdewamiya komployan e.

Raniya diyar kir ku bi rêya vê lihevkirinê dixwazin careke din êrişî Şengalê bikin û PDK`ê bi dijminên Kurdan re li hev kiriye da ku berjewendiyên xwe pêk bîne û ev yek xuya kir: “Ev ne ji exlaqên kurdan in.”

Ranya îşaret bi parêzvanên Şengalê yên rastîn kir û got: “Hêzên Parastina Gel (HPG), PYJ û YPG`ê û gelên wê Şengal ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Bi saya van hêzên ewlehî û aramî misoger bû û şêniyên Şengalê herêmên xwe bi xwe birêve dibin. Lê aliyên komploger dixwazin vê vînê bişkînin û li herêmê tevliheviyê derxin.”

Raniya da zanîn ku şêniyên Şengalê li hemberî komployên hikumeta Iraqê yên li dijî herêmê li ber xwe didin û ji bo parastina herêmên xwe ji êrişan jî piştgiriya hêzên Asayîşa Êzidxanê dikin.

Her wiha Ranya xuya kir ku kesên li dijî vîna gelê Şengalê li hev dikin, dixwazin careke din sînaryoya 2014`an dubare bikin û wiha pê de çû: “Em piştgiriya berxwedana gelên xwe dikin û bang li ciwanên êzidî dikin ku ji bo parastina herêmên xwe destekê bidin hêzên xwe.”

ꞌEM XIYANETA LI HEMBERÎ XWE JI BÎR NAKINꞌ

Hevserokê Mala Êzidiyan Resûl Mûsa diyar kir ku armanca ji vê peymanê û derxistina Asayîşa Êzidxanê ya ji herêmê, ew e ku fitneyan û tevliheviyê derxin, ji ber ku aramî li herêmê heye ev yek nakeve xizmeta wan.

Mûsa da zanîn ku ew vê peymanê red dikin û got: “Ev  kes li  ku bûn dema ku 2014`an çeteyên DAIŞ`ê êrişî mêr, jin û kelan kirin û li bazaran jin firotin. Em vê xiyanetê ji bîr nakin, ji lew re em dê li ber xwe bidin û piştgiriya şêniyên xwe bikin da ku mîna van komkujiyan dubare nebin.”

Endama Ciwanan a Mala Êzidiyan Ceylan Misto êriş, planên  hikumeta Iraqê û PDK`ê yên  li dijî şêniyên Şengalê şermezar kirin û bang li ciwanên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî wê kir ku piştgiriyê bidin berxwedana gelê Şengalê.

ÇAVKANÎ: ARIF SILÊMAN-MIHEMED EBDO-HELEP-ANHA

Show More
Back to top button