Bernameya Çarşema Serê Nîsanê hate ragihandin

Wê li qontara Çiyayê Şengalê bi şahiyekê di 14’ê Nîsanê de Cejna Çarşema Serê Salê were pîrozkirin

Komîta Amadekar a Cejna Çarşema Serê Salê bernameya pîrozbahiya cejnê ragihandin.

Komîteyê di serî de Cejna Çarşema Serê Salê li tevhiya gelê Êzidî û mirovahiyê pîroz kir û da diyar kir ku wê li 14’ê Nîsanê li qontara Çiyayê Şengalê, li  geliyê Kersê bi şahiyekê û amadebûna hunermend û komên stranê ji derve û hundirî Êzidîxanê Cejna Çarşema Serê Salê bi coş pîroz bikin.

Li gorî Komîteyê wê, Osman Fairis, Hunermend Baran, Sîpan Xelat, Koma Şehîd Serhed û Koma Şeng û Arî derkevin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş bikin.

Show More
Back to top button