Nemir Silêman: Îro werin ji sibe çêtir e

Êzidiyên ku piştî fermanê vegera wan a li Şenalê didome gotin, “Îro werin ji sibe çêtir e. Werin em jiyanê ji nû ve bi hev re ava bikin.”

Êzidî û bi hezan welatiyên Şengalê ku piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an neçar man cih û warên xwe berdin, di dema dawiyê de bi sedan malbatên Êzidiyan ku ji ber hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê koçber bûbûn, vedigerin gund, bajar û warên xwe. Yek ji van waran jî ya ku herî zêde gel di vê dema dawî de vegeriyaye Sîba Şêx Xidire.

Nemir Silêman yek ji şêniyên ku beriya heftiyek tevî malbata xwe ji Kampa Bacid Kenala derbasî Sîba Şêx Xidir dibe, ji ajansa me ANF’ê re axivî û bi wesîleya 9’emîn salvegera komkujiya Şengalê behsa çîroka fermanê û vegera xwe kir.

Nemir Silêman anî ziman ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li hemberî Sîba Şêx Xidir, di saetên serê sibê de bi avêtina topan dest pêkiriye û got, “Armanca avêtina topan tirs xistina nava gel bû. Lê ciwanên me ji bo parastinê bi satiran li dijî DAÎŞ’ê sekinîn û şer dikirin. Şer 5 saet berdewam kir, çekên me li hember teknîka ku dihate bikar anîn gelek qels dima. Pêşmergeyên qaşo ji bo parastinê li wir bûn, gel bêparastin hiştin û reviyan. Ji ber nebûna çek em neçar man ji bo parastina xwe berê xwe bidin çiya. Dema gel berê xwe dida çiya ji aliyê çeteyên hov ve hatin gulebarankirin. Em wê demê li Heyalê bi cih bûn. Gelek birîndar û şehîd hebûn. Çeteyên DAÎŞ’ê ne tenê komkujî pêk dianî, her wiha malên gel talan dikir. Bi kamyonan mal û milkê xelkê bardikirin.”

‘GELEK KES DI MAL DE MABÛN’

Silêman diyar kir ku, gelek xelkê Şengalê bawerî bi soza PDK’ê dianî û wiha dewam kir, “PDK’ê digot ‘ji mala xwe dernekevin.’ Ew wisa hatin xapandin û di malên xwe de man. Gelek ji wan dîl ketin destê çeteyan û heya niha çarenûsa wan ne diyare. Li derdora Komelgeha me heta neha 8 gorên komî hatine dîtin û tê payîn ku hinekî din jî hebin. Ji ber ku ew gorên komî hemû nehatine vekirin, mirov nikare tesbît bike, ka çiqas kes di destê çeteyên hov de tên ragirtin.

Di vê dema dawî de xelkê Sîbayê ya ku ev 9 sal in di kampên Başûrê Kurdistanê de dijiyan, vegeriyan mal û warên xwe û komlgeha xwe ji nûve ava dikin. Di van herdu mehên derbasbûyî de zêdetirî 500 malbatî vegeriyan warên xwe û ev veger berdewam dike. Piştî 9 sal em vegeriyan û ji ber me gelê xwe careke din li vir dît, em gelek kêfxweş bûn. Eger welat ne xweş ba wê ewqas ne şêrîn ba.”

‘HEWCEDARIYA GEL TÊN PÊŞWAZÎKIRIN’

Silêman destnîşan kir ku, wan ti carî herêma xwe ewqas bi ewle û aram nedîtine û wiha pêde çû, “Ji ber ku zarokên me parastina me dikin. Zarokên me xewa şevê li xwe diherimînin. Helbet dema zarokên me parastina me bikin em ê jî di nava ewlehî û aramiyê de bijîn. Pergalek rûniştî heye, hemû hewcedariyên gel têne pêşwazî kirin. Ji ber ku Sîba Şêx Xidir xwe ji nû ve ava dike, hîna gelek hewcedariya gel kêm dimîne. Mînak navendên tenduristiyê û derman kêm e. Ji bo vê em neçar dibin berê xwe bidin navenda Şengalê.”

Nemir Silêman di dawiyê de jî bang li xelkê Êzidî yên li kampan dimînin kir û ev tişt gotin, “Em hemû gelê xwe silav dikin û dibêjin, ger hûn îro werin ji sibe çêtire. Werin em bi hev re jiyanê ji nû ve ava bikin.”

  • ARGEŞ ŞENGALÎ-ŞENGAL- ANF

 

Show More
Back to top button