Feqîr Seado: Darizandina DAÎŞ’ê ji bo me civaka Êzidî serketinek e

Bi wesîleya nêzîkbûna salvegera 9'emîn a fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li Şengalê, Hevserokê Meclîsa Gel a Navçeya Tilizêr Feqîr Seado got, “Armanc tinekirina civaka Êzidî bû. Xiyanet nebaya, tu hêz nedikarî vîna me bişkîne.”

Hevserokê Meclîsa Gel a Navçeya Tilizêr Feqîr Seado bi wesîleya nêzbûna 9’emîn salvegera fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an ji ajansa me re axivî. Seado bi bîr xist ku berî 9 sal li dijî gelê Êzidî yên li Şengalê komkujiyeke hovane hatiye pêk anîn û destnîşan kir ku ev yek di encama xiyaneta PDK’ê de pêk hatiye.

‘DIVÊ CIVAKA ÊZIDÎ XWE BI XWE DAXWAZA MAFÊN XWE BIKE’

Seado da xuyakirin ku, civaka Êzidî civakeke bi bawer e û wiha got, “Dilê wan paqij û zelal e, ji her kesî bawer dikirin. Li dora Şengalê ji bo parastinê wê demê 17 hezar leşker-pêşmergeyên Iraq û PDK’ê hebûn. Me pişta xwe bi wan gerim kiribû. Em ne di wê ferqê de bûn ku, ji bo me komployek mezin amade dikin. Gelek kes rastiya wan dizanî, lê wan jî xwe ker û lal kiribûn.”

Seado anî ziman ku, dewleta Iraqê naxwaze fermana 3’ê Tebaxê weke ‘Qirkirina Êzidiyan’ bê nasîn û wiha dewam kir, “Ji ber ku ji sedî 75 dewlet bi xwe sûcdare. Ew ê çawa xwe bi xwe darizîne, an jî hevkarên xwe darizîne. Ev yek ne pêkan e. Divê civaka me yê Êzidî, êdî xwe bi xwe daxwaza mafên xwe bike, bi hêza xwe sûcdarên bûne sebeb darizîne. Ev çi dewleta Iraq dibe, çi jî PDK’ê ferq nake. Dewleta Iraqê heya niha şehîdên Fermanê weke şehîdên xwe nahesibîne. Hestî di kîsikan de ji malbatên wan re rêdike. Di rewşek wiha de wê çawa fermanê weke qirkirinê qebûl bike.

Dewleta Iraqê di vê dema dawî de bê hurmetiyek ne ji rêzê li hember hestîyen cangoriyên me kir û wisa da diyarkirin ku ew kes ne Iraqî ne û ne jî şehidin. Em bi xwe vê nêrîna dewleta Îraqê şaş dibînin û bi cidî şermezar dikin. Em ê vê bêrêziya hikûmetê ya li hemberî şehîdên xwe qebûl nekin. Ji ber ew şehîd, wê rojekê şahidî ji xiyaneta dewleta Iraqê û PDK’ê re bikin. Ew xiyanet li vê civakê kirin û bûn sebeba qirkirina gelekî ku di Rojhilata naverast de yê herî qedîme.”

‘DIVÊ GEL BI SIYASETA DEREW NEYÊN XAPANDIN’

Seado bal kişand ser vegera gel a li Tilizêrê û got, “Em gelek kêf xweş dibin, dema ku em di bînin gelê me vedigere ser cih û warên xwe û ji nûve jiyana xwe diafirîne. Gelek cara PDK’ê bi siyaseta xwe ya derew vegera gel asteng kir. Di bin navê ‘li Şengalê aramî, ewlehî û xizmetguzarî tune ye’ vegera gel asteng dikir. Lê dema gel hat û bi çavê serê xwe dîtin ku hêzên wan ji wan in û siyaset û îdara wan di destê ewladên wan de ye, êdî derewên PDK’ê nema cihê xwe girt. Gel bi xwe dît jiyan li vir çawa hatiye avakirin. Yên venegeriyan e divê bi siyaseta derew neyên xapandin.”

Feqîr Seado anî ziman ku darizandina çeteyan di Rojavayê Kurdistanê de ji bo tolhildana civaka Êzidî pêngaveka dîrokî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Em wekê gelê Êzidî vê pêngavê pîroz dibînin û ji bo xwe weke serketinê dibînin.”

ARGÊŞ ŞENGALÎ-ŞENGAL-ANF

Show More
Back to top button