Xeyas Sûrçî: Tirkiyeyê heta niha ji Başîka yek gule ne avêtiye DAIŞ’ê

Berpirsê Peywendiyan ê Malbenda YNK’ê ya Mûsilê Xeyas Sûrçî diyar kir ku Tirkiyeyê bi îdîaya “şerê dijî  DAIŞ’ê” baregeheke mezin li Başîqayê ava kiriye, lê, wan rojek jî nedîtiye ku yek gule dijî DAIŞ’ê teqandiye. Sûrçî got: “Bi dîtina min Tirkiye dixwaze Şengalê dagirker bike, ji wir jî ber bi Mûsil û Kerkûkê ve pêş ve biçe.”

Berpirsê Peywendiyan ê Malbenda Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Mûsilê Xeyas Sûrçî, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, ji Rojnews re axivî. Sûrçî da zanîn ku ti hêzeke leşkerî ya PKK’ê li Şengalê nîne, lê bandora fikrî ya PKK’ê heye.

Xeyas Sûrçî diyar kir armanca Tirkiyeyê ewe ku destpêkê Şengalê, piştre jî Telafer, Kerkûk û Mûsilê dagir bike û got: “Dema dixwaze vê plana xwe pêk bîne jî, PKK’ê weke bahane nîşan dide.”

‘Êrîş heqaretek li Iraqê ye’

Sûrçî bal kişand ku êrîşên Tirkiyeyê yên ser Şengalê hemwextî serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Şengalê pêk hatine û wiha dom kir: “Roja ku Tirkiyeyê Şengal bombebaran kir, serokwezîrê Iraqê li Mûsil bû û ber bi Şengalê ve ketibû rê. Ev êrîş ne tenê binpêkirina serweriya Iraqe, di heman demê de heqaret e. Ji ber ku dizanîn serokwezîrê Iraqê li herêmê ye.”

‘Helwesta lawaz a Iraq û herêmê rê dide Tirkiyeyê’

Sûrçî da zanîn ku hebûna leşkerên Tirk li baregeha Başîqayê jî bi heman armancê ye û wiha axivî: “Ez bixwe ji Başîqayê me. Ji roja ku PKK dest bi şerê çekdarî kiriye heya niha berê xwe nedaye Başîqa û derdora wê. Lê Tirkiye bi bahaneya şerê DAIŞ’ê baregeheke mezin li Başîqayê ava kiriye ku 12 kîlometre ji navenda Mûsilê dûre. Lê min rojek jî nedîtiye du gûleyên hewan, du guleyên doçka ji vê baregehê avêtibin DAIŞ’ê!”

Eyas Sûrçî anî ziman ku ne dûre Tirkiye êrîşeke bejahî li dijî  Şengalê bide destpêkirin û got: “Tirkiye tiştekî venaşêre. Helwesta lawaz a Iraq û herêmê rê ji Tirkiyeyê re xweş dike ku Şengalê dagir bike.”

Berpirsê Peywendiyan a Malbenda YNK’ê ya Mûsilê Xeyas Sûrçî rexne li bêdnegiya Iraq û saziyên navnetewî ya li beramberî êrîşên Tirkiyeyê kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê helwesteke zelal a Iraqê li beramberî êrîşên Tirkiyeyê hebe. Her wiha divê Neteweyên Yekbûyî (NY), Komkara Erebî jî helwest nîşan bidin. Sedî 70’yê bazirganiya Iraq li gel Tirkiyeyê heye, dikare peywendiyên xwe yên bazirganî bisekinîne.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button