Saziyên Şengalê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Saziyên Şengalê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistan, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tundî şermezarkirin û gotin; "Em bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafê mirovan û Hikumeta Iraqê dikin ku li hemberî êrişan bêdeng nemînin."

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Herî dawî dewleta dagirker di şeva 19’ê Mijdarê de Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir. Nerazîbûna dijî êrişan roj bi roj mezin dibe.

Duh êvarî saziyên Şengalê, Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê, Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê (YCÊ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Asayîşa Êzidxanê, Partiya Azadiya Demokratîk ya Êzidxanê (PADÊ), Heyetil Eşayîrî û Desteya Rêveber ya Şengalê bi daxuyaniyekê hevpar piştgirî dan Rojavayê Kurdistanê.

Di daxuyaniya ji aliyê hevserokê Meclîsa Gel ya Şengalê Xêro Qasim ve hat dayîn de ev tişt hatin gotin; “Em weke xelkê Şengalê êrişên dewleta Tirk yên ser Rojava, Şengal û gerîlayan bi tundî şermezar dikin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafê mirovan û Hikumeta Iraqê dikin ku li hemberî van êrişan rawestin. Êdî bese, rojane ev êriş pêktên. Ka mirovahî û mafê mirovan li kuderê maye.

Her kes dibîne lê kes tiştek nake. Heya kengê wê ev êriş dewam bikin, rojek Şengale, du roja Rojava ya sêyê jî Zap û Avaşîne. Xortên me, fermandarên me dikin hedef. Ti mafek mirovahiyê li gel dewleta Tirkiyeyê nînin. Em weke xelkê Şengalê piştgiriya xwe ji Rojavayê Kurdistanê re tînin ziman. Piştgiriya gerîla û şehîdên xwe dikin û emê tola wan rakin. Çi bikin jî, çi ji destê wan bê, emê nekevin.

Divê êdî Iraqê hemberî êrişan bêdeng nemîne, Iraq êrişan bi çavê xwe dibîne, lê hikumet di warê êrişan de bêdengiya xwe diparêze. Em hemû kesên ku li hemberî êrişan bêdengin şermezar dikin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button