Arteşa Iraqê ji bo dorpêça Şengalê sîm şand 

Hewildana sîmkirina Şengalê berdevam dike. Arteşa Iraqê îro jî bi dehan tirên ku sîm lê barin ji nahiya Sinunê berbi sînorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê ve şand.

Hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike serî li rê û rêbazên nû dide. Ev nêzî mehekê artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû ku bi taybet ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi sîman dorpêç bike.

Ev sîmkirin ne tenê li ser xeta sînor tê kirin. Li gor plansaziya artêşa Iraqê wê sîm 5 km ji sînor dûr were danîn. Li gor vê projeyê, wê ji xeta Medîban heya gundê Bîr Qasim a nahiya Sinûnê sîm were kişandin. Li Şengalê, dema ji xeta sînor 5 km bikeve hundir, mirov nêzî Xanesor û Sinûnê dibe.

Hikûmeta Iraqê beriya niha biryar dabû ku di navbera gundên Êzidiyan û Ereban de têl were çekirin  û rê nede hatin, çûndinê. Niha hikûmeta Iraqê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de dest bi lêkirina dîwarê bi beton jî kiriye.

Şengal

Show More
Back to top button