Duran Kalkan: Rewabûna Şengalê ew bixwe ye, têkoşîn liser piyan dihêle

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan destnîşan kir ku divê êrîşên li ser Şengalê rast bên fêmkirin û got: “Ji bilî mirinê tiştek ji Kurdan re nayê dayin. Divê em zanibin ku em her tiştî dikarin bi têkoşînê bi dest bixin. Em ê xwe perwerde û bi rêxistin bikin, têbikoşin, ji hêza xwe piştrast bin. Rewabûna me em bi xwe ne. Fermiyeta me em bi xwe ne. Pêwîstî pê nîne ku em bi derdorê re dema xwe derbas bikin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan beşdarî “Bernameya Taybet” a Medya Haber TV bû li ser êrîşên dijî Şengalê, armanca êrîşan û girîngiya îrade û parastina cewherî nirxandinên girîng kirin.

Duran Kalkan bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û anî ziman ku faşîzma AKP-MHP’ê ji xwe re kiriye mîna kevneşopî ku di her salvegera 15’ê Tebaxê de êrişî Şengalê bike.

Kalkan êrişa herî dawî weke êrişeke hovane pênase kir û got: “Li nexweşxaneye xistin. Tu eleqeya Şengalê bi sînorên dewleta Tirk re nîne. Li cihekî ku ti eleqeya xwe bi rêveberiya dewleta Tirk re nîn e, li Şengalê bi rengekî hovane êriş li dijî civaka Kurd a êzidî tê kirin. Ev yek jî li pêş çavên cîhanê tê kirin. Êrişên herî dawî li dijî nexweşxaneyê hatin kirin. Beriya wê îradeya Şengalê, îradeya azad, ewladê leheng, şorşeger û welatparêzê Kurd ê mezin Seîd Hesen li gel parasvanê wî qetil kirin. Yê ku herî zêde bi Mam Zekî re kar kir ew bû. Di pêşîgirtina qirkeriya DAIŞ’ê de, di îradebûna azad a li ser bingeha xweseriya demokratîk a Şengalê de para wî gelekî zêde bû. Rêberekî rasteqîn ê gel bû. Lîder û îradeya Kurdên Êzidî yê li Şengalê bû. Civak, îradeya xweser a demokratîk temsîl dikir, fermiyeta xwe hebû. Kesekî bi vî rengî bêguman bi zanebûn, bi plankirî qetil kirin. Seîd Hesen bû şehîdekî 15’ê Tebaxê. Mîna Mam Zekî. Bi navê rêveberiya PKK’ê vî şehîdê mezin bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînim. Sersaxiyê ji malbata wî û xizmên wî re dixwazim. Êşa gelê me parve dikin. Me her tim ev tişt got; PKK û Kurd hemû her tim bi êzidiyan re ne. Îradeya xwe ya azad dikin esas. Bêyî şert wê her tim piştgiriyê bide vê sekna bi îrade û azad. Divê ev yek bê zanîn. Tu hêz nikare PKK’ê û gelê Kurd ji vê helwestê vegire.”

Kalkan destnîşan kir ku rastiya fikrên PKK’ê careke din piştrast bû û wiha dewam kir: “Kurdîtiya Êzidî ya li Şengalê, xelkên Şengalê divê li ser bingeha xweseriya demokratîk û azad be. Pêwîste di wê astê de bin ku karibin xwe bi rê ve bibin, xwe biparêzin. Eger ev nebe wê çi bibe? Mîna 16 û 17’ê Tebaxê wê komkujî bibe. Ev eşkere bû. Niha hinek radibin dibêjin ‘rêveberiya xwe, hêzên xwe yên parastinê ji hev belav bikin’. Çima wê vê bikin? Ji bo dewleta Tirk li wana bixe, xerab bike, hilweşîne û tune bike gelo divê vê bikin? Dihate gotin ku pêwîstî bi vê nîne. Baş e, yê ku dibêjin pêwîstî pê nîne li ku ne? Dema ku balafirên Tirk li nexweşxaneyê xistin, li ku bûn? Li dijî vê çi kirin? Tiştek nekirin. Lewma êdî tiştekî ku ew bêjin nemaye. Gelo bi rastî jî Iraqek maye? Dewleteke Iraqê heye? Li Bexdayê rêveberiyek heye? Ev mijareke bûye cihê nîqaşê. Eger hebe, li ku ye? Yên ku ewqas gotinan li dijî Êzidiyan dibêjin, dema ku balafirên Tirk li nexweşxaneyê xistin, dema ku fermandar, dîplomatê civaka Êzidî li naverastê qetil kirin, li ku bûn? Civaka êzidî wê hîn ji çi tiştek van bawer bike? Wê baweriya xwe bi kîjan gotinê bîne? Lewma rewş eşkere bûye, li pêş çavan e. Her tişt ji bo dek û dolaban, ji bo berjewendiyan e. Dikare bê gotin ku her kes li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Belê, her tiş li pêş çavan e. Naxwazim bêjim filan kesî ev tişt kir, bêvan kesî ev tişt kir. Ya muhîm ew e ku em ê çi bikin? Mesele ew e.”

‘Mirov bi têkoşînê dikare liser piyan bimîne’

Duran Kalkan destnîşan kir ku divê ders ji van bûyeran bêne derxistin û wiha pê de çû: “Mirov tenê bi têkoşînê, bi şer dikare li ser piyan bimîne. Divê em têbikoşin. Kurdên Êzidî jiyana xwe ya xweseriya demokratîk dikare bi xwe ava biksı, bi xwe bi rêxistin biksı. Kes vê yekê nade wan. Divê mirov li benda kesî nemîne ku bide mirovan.”

Duran Kalkan anî ziman ku divê mirov bi xwe rêxistin, perwerde bike, dijminê xwe nas bike, li dij têbikoşe, dest û milê dijmin bişikîne û got: “Divê mirov welê li dijmin bike ku nikaribe êrişî te bike. Ew çawa êrişî te dike, çawa dijminatiyê li te dike, herî kêm bi qasî wî divê tu jî di pozîsyona êrişa dijî dijmin de bî, têbikoşî. Ev dinya bi vî rengî ye, jiyan bi vî rengî ye. Divê em xwe bi vî rengî perwerde û bi rêxistin bikin û têbikoşin. Di vir de hinekî lawazî hebû. Li hemberî êrişan, di wergirtina tedbîran de lawazî heye. Vaye êriş kirin, bi rastî jî gelekî giran bû. Di asteke welê de ye ku kes ji me nikare qebûl bike. Li aliyê din, di seferberkirina derfetan ji bo têkoşîna hilweşandina faşîzmê de lawazî heye. Tenê daxuyanî tê dayin. Çima? Kes bi dest û milê me digire? Eger dijmin carekê li me dixe, divê em du caran lê bixin, herî kêm divê em carekê lê bixin. Gelo lêdan ne mafê me ye? Eger hinek radibin li me dixin, wê demê çima lêxistin ne mafê me jî be? Çi dikare pêşî li me bigire? Gelo ev ne parastina rewa ye? Dane nava hin pênaseyan. Nizanim bê kê ev afirandiye. Mîna ku hiqûqeke navneteweyî hebe, mîna ku li cîhanê edalet heye em hewl didin bi hiqûq-edaletê xwe bi sînordar bikin. Tiştekî Kurdan nîne ku xwe pê bi sînordar bikin, astengiyan deyne pêşiya xwe. Li vê cîhanê ji bilî mirinê tiştek ji Kurdan re nayê dayin. Divê em bi aqilane tevbigerin. Eger em bi vî rengî têbikoşin hingî dikarin dest û milê dijmin bişikînin. Dijmin ji lawaziya me sûdê werdigire. Faşîzma AKP-MHP’ê ya li ber hilweşînê ye, ew qasî teşhîr bûye, ji gerîla derbe dixwe. Binêrin hatiye vê nuqteyê.”

Duran Kalkan destnîşan kir ku bûyerên diqewimin divê rast bêne fêhmkirin û wiha dom kir: “Divê em zanibin ku em her tiştî dikarin bi têkoşînê bi dest bixin. Em ê xwe perwerde û bi rêxistin bikin, têbikoşin, ji hêza xwe piştrast bin. Rewabûna me em bi xwe ne. Fermiyeta me em bi xwe ne. Pêwîstî pê nîne ku em bi derdorê re dema xwe derbas bikin.”

Kalkan diyar kir ku bûyera qewimî gelekî giran bû, divê dersên girîng jê bêne derxistin û got: “Ji bo bîranîna Mam Zekî û Seîd Hesen, divê em bi sekneke rast, bi rêxistiniyeke rast têbikoşin.”

Duran Kalkan destnîşan kir ku tola Mam Zekî jî, tola Seîd Hesen jî dê qat bi qat bê hildan.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button