Komxebata Ciwanên Êzidî ya li ser fikrên Rêber Ocalan destpê kir 

Komxebata Ciwanên Êzidî ya bi pêşengiya YJCŞ û YCÊ ya li ser danasîna fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destpê kir. Komxebat wê li ser babetên rola ciwanan di înşakirin û parastina Şengalê li ser bingeha paradîgmaya Rêber Ocalan de birêve biçe.

Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê (YJCŞ) li navenda Şengalê komxebatek li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma, ‘Bi rihê Apoyî xwe nû bike, cenga azadiyê serbixe’ lidarxistin.

Komxebat di saet 13.00’an de bi beşdariya komek jin û xortên ciwan ên Şengalê bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên Êzidxanê destpê kir.

Di komxebatê de wê destpêkê peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê li Îmraliyê di dîrokên cûda de û di parêznameyan de derbarê rol û misyona ciwanan de daye, were guhdarîkirin.

Di çarçoveya komxebatê de wê sê semînerên bi sernavên cûda bi armanca danîsana fikrên Rêber Ocalan werin dayîn û nîqaş li ser were meşandin.

Di vê çarçoveyê de wê mijara destpêkê bi sernavê, ‘Ciwan û Rêbertî’ ji aliyê Endamê Rêveberiya YCÊ Dexîl Şengalî ve were dayîn û paşê nêrînên beşdarvanan li ser mijarê were girtin.

Di beşa duyemîn de jî wê mijarek bi sernavê, ‘Bi fikrê Rêbertî parastina Şengalê’ ji aliyê Endamê Rêveberiya YCÊ Mahîr Êzidî ve were dayîn. Li ser heman mijarê jî wê nîqaş û guftûgo were kirin.

Semînera sêyemîn û dawî jî wê li ser rola ciwanan di avakirina Şengalê li ser paradigmaya Rêbertî de, ji aliyê endama Rêveberiya YJCŞ’ê Nazo Êzidxan ve were dayîn.

Endama YCJŞ’ê Avesta Êzidî têkildarî komxebata ciwanan a birêve diçe axivî û wiha got: “Keda Rêbertî gelek li ser me heye û weke deyneke. Emê ti carî, keda wî ji bîr nekin. Komxebata me jî di vê çarçoveyê de destpêkiriye. Em ji saya fikrên Rêbertî gihîştine vê astê. Xebatên bi vî awayî ji bo naskirina Rêber Apo sûdmendin û ciwan jî bi vî awayî fikrên Rêbertî nas dikin.”

Piştî nêrîn û nîqaşên li ser hersê mijaran, wê komxebat îro di saetên êvarê de bi dawî bibe.

ROJNEWS/ŞENGAL

Show More
Back to top button