Aqûbeta endamên RJAK ên ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin, 4 roje nayê zanîn

Ev 4 roje agahî ji du rêveber û endamek RJAK’ê ku ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê çûbûn Şengalê û di vegerê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibûn binçavkirin, nayê girtin.

Bi boneya salvegera 7.emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kir. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelek ve hatin binçavkirin.

Endama Meclîsa Giştî ya RJAK’ê Wijdan Nuredîn li ser girtinê, duh daxuyaniyek dabû û ragihandibû; “Endamên me dema ji Şengale vedigeriyan, li seytereya Kelek hatine binçavkirin û heya niha jî nehatine berdan. Derbarê binçavkirinê dejî ti agahiyek nehatiye dayîn. Rexistina me hem li gel Hikumeta Herêma Kurdistan û hem jî li gel Hikumeta Iraqê fermiye. Em weke rêxistinek jinan di warê civakî de kar dikin.”

Wijdan herî dawî bang li PDK’ê kir daku di demek zû de kesên hatine binçavkirin berde, ger neyên berdan ewê serî li rêyên din bidin.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button