Li Şengalê li ser giringiya zimanê dayîkê civînek hate lidarxistin

Ji aliyê Saziya Ziman û perwerdeya Civaka Demokrat a Êzdîxanê ve li Xanesorê civînek berfireh ji bo sala nû ya xwendinê hate lidarxistin. Di civînê de îşaret bi giringiya xwendina bi zimanê dayîkê hate kirin û hat diyakirin ku mafê civaka Êzidiye bi zimanê xwe yê zikmakî bixwîne û pêwîste Iraq ji bo fermîkirina vî zimanî astengiyan dernexe.

Bi despêkirina sala nû ya xwendinê re Rêveberiya Xweser a Şengalê bi rêya Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokrat a Êzdîxanê kar û xebatên xwe yên ji bo pêşxistina zimanê dayîkê li herêmê zêdekirine. Di vê çarçoveyê de û bi armanca beşdarbûne zarokan li dibistanên zimanê dayîkê de, Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidxanê duh li Xanesora Şengalê civînek bi beşdariya mamostayên ziman, Hevserokatiya Desteya Rêveber û Meclisa Xweser a Şengalê, nûnerên PADÊ, TAJÊ, Asayişê û tevî gelê herêmê lidarxist.

Civîna ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo ruhê şehîdan destpêkir, ji aliyê Hevsrokatiya Meclisa Xweser a Şengalê û berdevkê SZPCDÊ Xanim Şengalî ve hate birêvebirin. Li ser giringiya ziman ji bo pêşeroja civakê nirxandin hatin kirin.

Di serîde Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo li ser giringiya perwerdeya bi zimanê zikmakî axivî û wiha got: “Biryara Rêveberiya Xwesere ku her kesek di nava sazî û meclisan de cih digrin, zarokên xwe rêkin dibistana zimanê dayikê. Saziyên Rêveberiya Xweser heye û hewl dide ku vî zimanî fermî bike û biryara xwe derbasî dibistanên Erebî jî bike. Wê dibistan li sê cihan vebe. Xanesor, Şengal û Serdeştê. Ji bo ku em karibin ziman li Şengalê de pêş bixin pêwîstiya zarokan bi dayîk û babên wan heye ku hêz bidin wan heya ku em karibin tevahiya zarokên xwe li ser zimanê dayîkê perwerde bikin.”

Beşdarvanên civînê jî liser mijarê û rêbazên pêşxistina zimanê dayîkê li Şengalê nirxandinê xwe kirin û dan diyarkirin ku civaka Êzidî ji bo bi zimanê dayîkê bixwîne mafê wê ye dibistana veke û pêwîste Iraq jî vê yekê qebûl bike. Ji ber ku di destûra Iraqê de ev maf ji bo hemû neteweyan hatiye dayîn.

Hevserokê Meclisa Duhla a Şengalê Heyder Hesen têkildarî perwerdeya zimanê dayîkê got:“Ji bo em karibin asta xwendina bi zimanê dayîkê li Şengalê pêş bixin, em îro li hev kom bûne. Ji dema fermanê heya niha zarokên me li Şengalê bi zimanê dayikê dixwînin, ji bo ev ziman were fermîkirin pêwîste Iraq astengiyan çêneke û rê bide ku em bi zimanê xwe perwerdeyê bidin zarokên xwe.”

Endamê meclisa Zorava Murad Şengalî jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û got: “Heya niha giranî li Şengalê zimanê Erebî dihate xwendin, lê ji niha û şûnde divê xelkê me ji her tiştekî zêdetir giringî bide zimanê dayîkê, ji bo ku em karibin zarokên xwe li ser vî zimanî perwerde bikin û mafê her neteweyekê heye di Iraqê de bi zimanê xwe bixwîne.”

Show More
Back to top button