Pêkhateyên Şengalê li dijî tecrîdê meşiyan

Bi sedan xelkê Şengalê Ereb û Êzidî li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan meşiyan û bang li saziyên mafê mirovan kirin ku li ser rewşa Rêber Öcalan agahî bidin.

Li Şengalê bi sedan kes ji pêkhateyên Ereb û Êzidî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan meşiyan.

Di meşa li Zîra Sinûnê destpêkirî de, wêneyên Rêber Öcalan hatin rakirin û bê navber dirûşmeya ‘Bê Serok jiyan nabe’ hate qêrîn. Meşa gel heya Çerxerêya Mam Zekî dewam kir. Livir gel li hev kom bûn û daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniya ji aliyê serokeşîr Nayif Şemo ve hatî xwendin de ev tişt hatin gotin; “Di dema herî zehmet de Rêber Apo li Şengalê xwedî derket, em weke Êzidî, Ereb û hemû pêkhateyên Şengalê, divê xwedî li Rêber Ocalan derbikevin. Niha tu agahî ji Rêbertî nayê girtin,ev jî guman bimere dide çêkirin. Ji bo em karibin, agahî ji Rêber Apo bigrin, divê em her dinava çalakiyan de bin. Em bang li hemû saziyên mafên mirovan dikin, da ku demek zû de derbarê rewşa Rêber Apo de agahî bidin û bi raya giştî re parve bikin.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên dilsoziya bi Rêber Ocalan re hatin qêrîn.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button