‘Ev cejin wê bibe cejna Serkeftinê’ 

Gelê Êzidî rûxmê zext û êrişên artêşa hikumeta Kazimî duh cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin û bi yek dengî gotin: “Em hêvî dikin ev cejin bibe cejna serkeftin û tifaqê. Ev cejin azadiya gelê Êzidî û gelên bindest bîne.”

Di 18’ê Nîsanê de artêşa hikumeta Kazimî dest bi êrişa xwe ya li ser Asayîşa Êzidxanê kir. Gelek cihan navber bi navber di nav Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê û Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê de pevçûn derketin û heya niha zext û dorpêçekî li ser Şengalê ji aliyê artêşa hikûmeta Kazimî ve tê meşandin.

Artêşa hikumeta Kazimî her car bi êrişên xwe re rojên pîroz yên gelê Êzidî hedef digre. Lê, gelê Êzidî tevî van êrişan jî bi israr cejna xwe pîroz kirin. Duh jî bi sedan welatiyên Êzidî bi cil û bergên xwe yên resen li deriyê Geliyê Kersê bi şahiyekî mezin cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin.

Sitranbêj Berces Xelef hêviyen xwe ji vê cejnê anî ser ziman û got: “Em cejna çarşema serê salê li hemu Êzidiyan piroz dikin. Em hêvî dikin ev cejin ji bo gelê Êzidî bibe munasebeta tifaqê.”

Hunermend Hozan Xemdar diyar kir ku ew bi salane xerîbiyê jiyan dike û hatina Şengalê ji bo wî keyfxweşiyeki mezine û wiha domand: “Cejna Çarşema Serê Salê ji bo gelê me yê Êzidî cejneke pîroze. Di her deverên cîhanê de Êzidî cejna Çarşema Serê Salê pîroz dikin. Ez niha du cejin pîroz dikin yek cejna Çarşema Serê Salê, ya duyem jî keyfxweşiya cejna xwe ser axa xwe û di nav gelê xwe de pîroz dikin.”

Dayîka bi navê Besê Şengal jî şervanên ku di çêperan de şer de ne cejna wan pîroz kir û got: “Cejna Çarşema Serê Salê di serî de malbata şehîdan û hemû gelê Êzidî pîroz dikim. Şervanên niha di çeperan de şer dikin, axa xwe diparêzin cejna wan jî pîroz dikim. Em hêvî dikin ku ev cejin bibe cejna serkeftinê û tifaqê. Ev cejin azadiya gelê Êzidî û gelên bindest bîne.”

Parêzer Necdet Dişli jî ji Almanya hatibu û keyfxweşiya xwe wiha ani ser ziman: “Em li Almanya hatin ji bo ku cejna Çarşema Nîsanê bi gelê xwe re pîroz bikin. Em cejna gelê xwe pîroz dikin. Mam Beşîr ji mera digot werin Şengala xwe bibînin, em jî hatin Şengala xwe bibînin. Her Êzidî pêwîste were Şengala xwe bibîne û gelê xwe re bibe alîkar. Ez bi hatina xwe ya Şengal re dewlemend dibim. Mirov gelê xwe, rewşa gel û berxwedana wê dibîne. Kesên ku axa xwe bernade û naçe saeta wan xweş.”

Dişli her wiha banga xwedî derketina li Şengalê kir û got: “Pêwîste em bi tevahî xwedî Şengalê derbikevin. Şengal zêr û hebûna me ye. Ji bo Şengalê çi ji destê me were emê bikin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button