Çarşema Serê Nîsanê li we pîroz be

Sibê ‘Çarşema Serê Nîsanê’ ye. Xelkê me îro mûm li ser tirbên zarok û şehîdên xwe pêxistin û sibê beşek mezin ji civaka me yê pîrozkirina Çarşema Serê Nîsanê anjî em bibêjin ‘Çarşema Serê Salê’ pêkbîne

Cejna Çarşema Nîsanê, yan jî Cejna Sersala Êzdiyan yek ji cejnên herî kevanar a civaka me ye. Her sal li seranserî Êzidxanê û her cihê xelkê me lê dijîn, ev cejn bi coşî tê pêşwazîkirin û pîrozkirin. Pîrozbahiyên Cejna Çarşema Nîsanê, Çarşema Yekê ya meha Nîsanê, tê destpêkirin. Ev cejn xwedî çand û taybetmendiyeke dewlemend e. Beriya roja cejnê li Roja Sêşemê her malbateke me, hêkên Mirîşkan dikelînin û bi rengareng dixemilînin û ji bo roja cejnê amade dikin. Ew hêk jî temsîla ji nû ve avakirina gerdûnê ye. Lewma di qewlên di derbarê afirandina dinyayê de, teşbîha durreke mîna hêkê tê kirin ku bi şikestina wê derya û dinya, pê re jî tevahiya gerdûn û jiyanê peyda bûye.

Roja cejnê anjî em bibêjin sibê zû, beriya roj derkeve her malbateke me kulîlkên Sor ku jêre “Kulîlkên Nîsanê” dibêjin, li gel qalikên hêkan bi derê malên xweve dikin. Her wiha di vê cejnê de serdana goristanan tê krin û xêra miriyan tê belavkirin. Piştî serdana goristanê gel, diçe serdana dost û nasên xwe û cejnê li hev pîroz dikin.

Çarşema Serê Salê ango Çarşema Serê Nîsanê bi boneya wê baweriya dibêje, wê rojê dinya hatiye afirandin û wê rojê her sal dîsa Xwedayê aleman Dîwana heft melekên xwe dicivîne ji bo ku qedera dinyayê û ruhberan ji bo sala li pêşiyê diyar bike, di nava civaka me de yek ji rojên herî pîroz ên cejnan e.

Li Şengalê Çarşema Serê Nîsanê bi 2 rengan tê pîrozkirin, ya yekemîn Rengê Mergeh an jî rengê Rojava, ya duyem jî Rengê Laleş an jî rengê Rojhilat e.

Pîrozbahiyên li gorî rengê Merheg hefteyekê beriya rengê Laleş pêk tên. Beşek ji welatiyên me li gorî rengê Mergeh, piraniya Êzidxanê jî, li gorî rengê Laleş Çarşema Serê Salê pîroz dikin.

Show More
Back to top button