Konê rûmetê roja 76’an de ye

Ev 76 rojin xelkê me ji bo naskirina statuya Şengalê, li dijî peymana Bexda û Hewlerê û ji bo piştgiriya hêzên Parastina xelkê xwe di nav çalakiya konê berxwedanê deye

Xelkê me çalakiya konê Berxwedanê bi piştgiriyek mezin didomîne. Çalakî li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi konê rûmetê pêktê.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 76’an de ji aliyê meclis û saziyên me ve berdewam dike.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Welatiyên me diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Show More
Back to top button