Bi destê saziya îstixbaratê ambargoya li ser Şengalê 

Li gel êrîşên dewleta Tirk û siyaseta şerê taybet a PDK’ê, hikumeta Iraqê jî bi destê saziya îstixbaratê ambargoya enerjiyê li ser Şengalê daniye. Hemû benzînxaneyên Şengalê yên taybet hatine girtin û gef li bazirganan hatiye kirin ku benzîn, mazot an jî gazê li Şengalê nefiroşin.

Li Şengalê ji bo ewlehî, aramî û jiyana civakê ya rojane tengav bibe bi gelek rê û rêbazên cûda siyasetek tê meşandin. Ji aliyekî ve bi destê dewleta Tirk êrîşên hewayî bênavber berdewam dike, ji aliyekî ve PDK ji bo gel koçber bike seferber bûye, li aliyek din jî hikumeta Iraqê bi destê saziyên istixbaratê ambargo datîne ser Şengalê û jiyana civakî asteng dike.

Mînaka vê siyasetê ya herî berbiçav jî ambargoya mazot, benzîn û gazê ye ku li ser Şengalê tê meşandin. Ji destpêka demsala Havînê ve li Şengalê pirsgirêka mazot û benzînê heye ku ev rewş gihiştiye asta krîzê. Ev rewş; piştî ku bi biryara îstixbarata Iraqê û ewlekariya niştimanî ve firotina mazot, gaz û benzînê li Şengalê hate qedexekirin pêş ket.

Bi biryara îstixbaratê hemû benzînxane hatin girtin

Ji ber vê biryarê, niha li tevahiya Şengalê hemû benzînxaneyên ne hukmî (yên taybet) hatine girtin. Her wiha îstixbarata Iraqê gefa girtinê li wan bazirganan dixwe ku gaz û benzinê bifiroşin. Ev biryar di bin navê ‘kontrolkirin û sererastkirina buhayê benzînê’de hate girtin lê di pratîkê de veguherî ambargo û dorpêçkirineke mezin li ser Şengalê.

Bi taybet ji ber nebûna mazotê, jeneratorên ceyranê bi rêk û pêk nayên pêxistin û piraniya rojê gel bê ceyran e. Ji ber ku jeneratorên ji aliyê gel û şaredariyên gel ên Şengalê ve hatine danîn li ber çavê hikumeta Iraqê ‘nehukmî ne’, nikarin mazotê bikirin û hikumet jî mazotê nade.

Karên Xizmetgûzariyê têne astengkirin

Ev rewş ne tenê bandor li ser malan dike lê her wiha bandoreke mezin li ser karên xizmetgûzariyê jî dike. Ji ber vê rewşê şaredariyên gel ên Şengalê dinava şert û mercên zehmet de karê xwe dimeşîne. Ji berku hemû wesayîtên komkirina çopê an jî tankên avê bi mazotê dişixulin. Ruxmê vê jî, şaredariyên gel û saziyên demokratîk ên Şengalê ji bo tenduristiya gel hemû derfetên xwe xerc dikin û karên civakî berdewam dikin.

Bandora li ser çandiniyê

Wek tê zanîn gelê Şengalê piraniya wan debara xwe li ser çandiniyê dike û ji ber giranbûna mazotê û ew beşa mazotê ku ji aliyê hikûmetê ve ji wan re tê dayîn bi têra wan nake, îsal li gor salên din asta berhemên çandiniyê ji sedî 50’î kêm bûye û gel nikare berhemên xwe yên çandiniyê rake, herwisa  gelek kesan jî zerar dîtine.

Li Şengalê tenê du benzînxane hene

Li tevahiya Şengalê tenê du benzînxaneyên hikûmî hene ku rojane ji bo her yek ji wan 30 hezar lître benzîn tê dayîn. Ji bo her wesayîtekî jî mafê wî heye du rojan carekê biçe van benzînxaneyan û para xwe wergire. Heya ku wesayît carekê benzînê werbigire, pêwîste bikeve rêzê de ku hin caran zêdetirî ji 500 wesayîtan di rêzê de ne. Ji bo wergirtina depoyek benzînê, gelek wesayît rojek berê ji şevê ve dikevin dorê û bi saetan li benda dora xwe dimînin.

ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ-ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button