Li Şengalê turnovaya futbolê ya ciwanan destpê kir 

Li Şengalê ji bo piştgiriya pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Turnuva Şehîd Zinar destpê kir. Wê 22 tîm tevlî turnovayê bibin û her êvar 2 tîm biçin pêşberî hev.

Li Şengalê ji bo piştgiriya pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Turnuva Şehîd Zinar a futbolê destpê kir.Turnova ji aliyê Komîteya Werzîşê ya Yekîtiya Ciwanên Êzidî ve ji bo piştgiriya pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye organîzekirin. Komîtê li gora hejmara beşdarbûna tîman rojên lîstinê diyarkirine.

Li navenda Şengalê tîmên Faris – Liyalî û Taqîma Xerabsork – Hayermoq lîstin. Tê payîn ku turnova heta 15 rojan berdewam bike û 22 tîmên futbolê bikevin pêşbaziyê. Ji çar aliyê Şengalê, tîmên futbolê tevlî dibin. Li gorî plansaziya ciwanan her roj 2 tîm wê werin beramberî hev û bikevin pêşbirkê.

Endamê Komîteya Werzîşê ya Yekîtiya Ciwanên Êzidî Rênas Şengalî di derheqê turnovayê de van agahiyan da:“Me wek ciwanên Êzidî dest bi turnovayekî futbolê kiriye. Ji 22 tîman pêk tê. Armanca me ciwanên Şengalê bi rêya van turnovayan anîna gel hev e. Dibe vesîle ku tendurîst bijîn û pêşerojek wan jî çêbe. Hem ji navenda Şengal hem ji derveyî Şengalê  beşdar dibin, ji Sinûnê, Xanasorê, Dugorê, Duhola û gelek cihên din tevlî dibin.”

Wê her êvar di saet 18.00’an de maçên di navbera tîmên ciwanan de destpê bike. Piştî ku di nava 22 tîman de pêşbirk hate kirin û yekem diyar bûn, wê xelat werin dayîn.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button