Şêniyên Til Izerê banga pêşîlêgirtina êrişên Tirkiyeyê kirin

Şêniyên Til Izerê ya Şengalê xwestin pêşî li êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê were girtin, êdî Hikûmeta Iraq hevkariya êrişkaran neke û xwedî li sînorên xwe û civaka xwe derkeve.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê berdewam dikin. Herî dawî duh piştî nîvro balafirên bê mirov û bi çek ên artêşa Tirk navenda bajaroka Til Izêr bombebaran kirin. Piştî êrişê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YBŞ’ê bi daxuyaniyekî ragihand di êrîşa balafira bêmirov û biçek ya artêşa Tirk a li ser bajaroka Til Izêrê de ti zirerek negihîştiye hêzên wan û ji civaka Êzidî xwest li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bihevkariya PDK’ê nerazîbûn nîşan bidin.

Hem li dijî  êrişkariya dewleta Tirk a dagirker, hem li dijî bêdeng û bê bertekmayîna li dijî êrişan bertekên civaka Êzidî didome.

‘Iraq ne ji bejayî ne ji hewayî ve axa xwe û miletê xwe naparêze’

Ciwanê bi navê Elî Hemed ê ji Til Izer bal kişande ser kêliyên  êrişê û got: “Em di hundirê mal de bûn. Hinek ji me razayîbûn. Me bihîst dengek pir bilind hat. Me dît ku lêdan çêbû. Ziyana madî çêbû. Başe ku ti ziyana canî rû neda. Ti heybetekî hikûmeta Iraqê nemaye. Sînorên xwe ji dewletan re vekiriye. Sînorên xwe ne ji bejayî ne jî ji hewa naparêze. Ji Emnil Wetanî hatin çend wêne kişandin û çûn, lê em dizanin ku ti feyda kişandina wan wêneyan nîne. Ti bertek û nerazîbûn nîşan nadin ku ev balafir li civaka wê dide. Ne cara yekeme, ne 10 care nêzî pêncî carin lê daye. Hikûmeta Iraqê, Iraq firotî ye. Hevdû re mijûlin, hewil didin tenê hevdû razî bikin. Ji sala 2003’yan ve ti serokwezîrek ku baş feyde li Iraqê bike nehatiye ser hikûm. Bi taybet yekî feyde li Êzidiyan bike derneketiye. Yên  êriş kirin ji xwe dijminin. Beriya demeke zarokekî 9 salî li Sinûnê şehîd xistin û ne xema wan dewletan ne. Hikûmeta Iraqê jî dil û sînorên xwe bû yên dijminahiya me dikin re vekiriye û çav digre, guh digre. Kes nabêje zarok jî dimirin.”

‘Divê ji  êrişkaran hesab bê xwestin’

Şêniyê bi navê Mam Nemir jî diyar kir ku hevgirtin û xwedîderketina li hevdû girîng e û got:“Diviyabû nehiştina ev balafir  li me bidin. Hemû malên me ne û em têde jiyan dikin. Eger mirovahî hebûya wê bihata dîtin ku ev tişta dikin derqanûnî ye. Wê ji vî karê dikin hesab hatiba xwestin. Em Êzidî ne û di malên xwe de dijîn. Banga me li hemû dewletên behsa mafê mirovan dikin, êrişên wiha li ser insanan ne hiqûqî ye, ne qanûnî ye û herkes dizane ku nabe  êrişî cihên medenî jiyan dikin bidin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button