Di temenê xwe yê sadsale de 6 ferman derbas kiriye

Dayê Rewşê ya 111 salî ku 6 fermanan di jiyana xwe ya sedsalî de derbas kiriye, dibeje, "Ev fermana herî dawî pir giran bû, ne wekî yên berê bû" Dayê Rewşê ku jiyana xwe li çiyayên Şengalê derbas kiriye her çiqas dibejê , “fermana dawî min pir êşand, min nexweş xist" jî diyar dike ku ew tu carî dest ji Şengalê û çiyayên xwe bernadin

Gelê me xwedî şêwaza jiyana bêhempa ye… Gotina Êzidiyeen me a “Beriya her tiştî bibe mirov”, li gorî jiyana me ye û ji sedî sed ji bo Êzidiyan hatiye gotin. Her sibeh, digel çivîkan, rojê silav dikin, dua dikin û giyanê xwe diherikînin xwezayê. Ew ji ber ku bi hesab û kîtab nizanin, bawer dikin ku her zindî, zindî ye û ji ber vê yekê ew wateyê didin her tiştê di xwezayê de. Dema cara destpêke min gava xwe avêt Şengalê yekemîn tişta ku bala min kişand, nepeniya baweriya Êzdayetiyê ya ku bi zimanê jiyanê re li dora xwe hiştiye ye. Ew şopên ku hiştine we dikişînin. Hûn meraq dikin, hûn pê bi bandor dibin, hûn di wê baweriyê de kûr dibin, ew hestek aîdiyetê dide we, ew hesta bîrxistina bîranînên ku hûn di hundirê xwe de vedişêrin dide we.

Her tiştê ku diqewime û her axaftin te dikişîne. Dema ku em li dû van şopan diçin, em rastî Dayê Rewşê Murad a temenê wê 111 salî ku sedsalek berê ji dayik bûye tên. Dayê Rewşê temenê xwe li çiya û zozanên Şengalê derbas kiriye. Ew nîvê emrê xwe li çiyayê Şengal û nîvê din jî li Dola Şilo derbas dike.

Li gel temenê xwe yê sedsalan, hê jî bi hêz û xurt e

Dayê Rewşê ya ku li gundê Guhbel ê bajarokê Sinûnê yê Şengalê dijî, mîna dara çinarê ya sedsalî ye. Bi dilgermî û bi ken pêşwaziya me dike, ew hê jî pir bi hêz û xurt e. Me vedixwîne çayê, em li tenişta wê rûdinin û dest bi vegotina çîroka xwe dike…

Dayê Rewşê li gundê Guhbele yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê dijî. Di zarokatiya xwe de dê û bavê xwe winda kiriye û heya 9 saliya xwe li cem jinbira xwe maye. Ew bi van gotinan dest bi vegotina çîroka jiyana xwe dike:

“Ez li vê axê bi tenê jiyam; ne diya min, ne bavê min, ne jî xwişk û birayên min hebûn. Ez li cem jinbira xwe dimam. Ew ji min re nebaş bû, rojekê wê ez ji malê derxistim. Geliyê Şilo geliyek e hem çiya ye hem jî deşt e. Min berê xwe da çiyayan. Ez mesafeyek dirêj meşiyam hatim Berçema. Du salan li Berçema mam. Temenê min pir biçûk bû. Ez tenê bûm, kes tunebû ku min xwedî bike. Çendek bi wî awayî jiyam. Wê deme neçar mam ku bizewicim. Ez di 11 saliya xwe de zewicîm. Li gelek deveran geriyam. Çidale, Werde, Heyalê, Sikîne, Sîme Heste û herî dawî hatim Guhbele.”

“EM Lİ ŞİKEFTAN DİMAN”

Dayê Rewşê wan rojên berê ku di şikeftan de bi hev re jiyan e bi bîr tîne û dibêje; “Wan deman hemû kes bi hevgirtin, aştî, bi kêfxweşî û mil bi mil bûn…

“Em berê di şikeftan de diman. Li hemû geliyên ber bi çiyayan ve şikeftên me hebûn. Di hinek şikeftan de, du malbat, li hinekan de 3 an 4 malbat, di hinekan de jî 10 malbat diman. Di heman demê de, lawirên me jî diman. Şikeftên me mezin bûn, hem têra me hem jî lawirên me dikirin. Me her tişt li wir dikirin, dawetên xwe, şînên xwe û her tiştê xwe dikir. Pezên her malbatê hebûn. Me berê karê şivantiyê dikir, pezên xwe didot, meşk, kesk û nanê xwe çêdikir. Em diçûn ser kaniya herî nêz a şikeftên xwe ku ava xwe ya rojane binîn. Jiyana di şikeftan de pir baş bû, ji bo min wisa bû. Dema ku me şivantiya pez dikir, em li gelek deverên çiyayan digeriyan. Em heya jêr diçûn geliyan, me kereng û gelek gihayên din jî kom dikirin. Me hemû tiştên ku li çiya şîn dibûn berhev dikir. Me berê darên ku me jinan kom dikir li navenda Şengalê difirotin.”

“EZ BÊRİYA ÇİYAYAN DİKİM”

Hikûmeta Iraqê wê demê dest bi damezrandina gundên li deştan dike û plan dike ku mirovên çiyayî mîna Dayê Rewşê derbasî deştê bibin. Gava ku hemû kes diçin, ew neçar dimîne ku li gundekî deştê bi cih bibe lê nikare dilşahiya li çiyayan hîs bike. Dayê Rewşê, jiyana xwe ya li gundan bi hesreta çiyayan derbas dike.

“Dûre dewleta Iraqê dest bi avakirina komikên xaniyan kir. Gund li deştan çêbûn. Navê me nivîsandin û perçeyek dan her yekê me. Digotin ‘li şûna ku di şikeftan de bimînin werin li vir bijîn’. Me jî her tiştê xwe heywanên xwe bar kir û daketin deştan. Jiyana di şikeftan de ji bo min pir xweş bû. Şikeftên me xweş bûn, ne şer û ne jî tirs; li hemberî hev hêrs tunebû. Di navbera me de hevgirtinek hebû. Her kes di karsaziya xwe de bû, kêfxweş bû. Ez pir bêriya çiyayan dikim, çiya xweş bûn. Tiştê ku me di fermanê de jiya pir bi êş bûn…”

“DAIŞ’Ê XANİYÊ MİN WÊRAN KİR”

Ji bo Dayê Rewşê tenê demên bêhejmar hene. Ji bo wê, xem û êşa çewisandinê û her wiha dilxweşiya ku ew dikeve nav demê heye. Ji ber vê sedemê, ew tu carî dîroka bîranînên ku vedibêje nade lê wekî ku ew dide ravekirin “Fermana dawî”, ango 3’ê Tebaxa 2014’an, tu carî ji bîr nake. Bandora ku li ser jiyana wê kiriye hê jî nû ye. Ew dixwaze şahid û serpêhatiyên xwe ji me re vebêje, me dibe pêş mala xwe ya ku ji hêla DAIS’ê ve hatiye xirabkirin û wiha berdewam dike:

“Ev xirbeya ku hûn dibînin mala min e. Dema ku DAIS’ê êrîşê vir kir, xaniyê min û keda min wêran kir. Hemû xaniyan hilweşandin. Min ev der çêkir. Hevjînê min wê demê wefat kir û zarokên min jî pir piçûk bûn nikaribûn bixebitin. Zilamên gund hostayî kirin û min hemî karên din kir. Gava ku em piştî fermanê vegeriyan me cihek nedit em serê xwe daynin. Pêşî em li derve man û piştî demekê em çûn konan.”

“FERMANÊ MİN PİR ÊŞAND Û ÊŞA WÊ MİN NEXWEŞ XİST”

Car caran laş jî nikare giraniya êş û hêrsê hilgire. Dayê Rewşê li ber mala xwe ya ku hilweşiya ye û bûye xirbe xwe xar dike û li ser çokên xwe disekine û carna awirên xwe ber bi asoyên, çiyayên Şengalê ve dibe. Ew bi bêdengî dest bi gotinan dike dibêje; “Fermanê min wêran kir, êşa wê min nexweş xist” û dîsa dikeve bêdengiyeke kûr. Li derve bihar e, rojek bi tav e. Bayê nermik lê dide, dengê bayê mîna melodiya bilûrê ye, ji çiyayên Şengalê tê.

TU FERMAN Bİ QASÎ YA DAWÎ GİRAN NEBÛ

Dayê Rewşê ji cihê ku xwe xwar kiriye radibe bi destê min digre û em bi hev re dimeşin. Em vedigerin û tên pêşiya mala wê ya ku ew niha tê de dimîne. Dayê Rewşê dibêje “Min 6 ferman dîtin lê yek ji wan bi qasî ya vê cara dawî ne giran bû” û axaftina xwe bi van gotinan berdewam dike:

“Fermanên ku min dîtin pir nayên bîra min. Wê demê, ez zarok bûm, min pir tişt fam nedikir. Abdul Kerîm, Abdullah Qasim, Abdullah Selam, Seddam, Tavra Sheva û bi fermana herî dawî re min 6 fermana dîtin. Fermana herî giran a ku min dît ya dawîn bû. Em ji cihên ku lê diman derketin, di rêyên dijwar re derbas bûn, di rê de me gelek mirovên xwe winda kirin. Yên ku koçberî Ewropayê bûne hene û gelek kes mehkûmê kamp û konan bûn. Em jî di kampan de bûn lê em nikaribû li wir bijîn û vegeriyan warên xwe.”

“ÊZİDÎ ÇİYAYÊN XWE NADİN TU KESAN”

Bûyerên vê dawiyê jî di rojeva wê de ne. Ew ditirse ku careke din beriya xewa xwe ya bêdawî ya bi aram, fermaneke din bijî. Ew di gotinên xwe de cih dide peymana di navbera Hikûmeta Iraqê ya Navendî û Hikûmeta Herêma Federal a Başurê Kurdistanê û wekî sond bixwe dibejê; “Ew Şengalê ji me dixwazin, ew çiyayên me dixwazin. Ev çiya yên Êzidiyan in, Êzidî çiyayên xwe nadin.”

Jİ ROJÊ RE DUA…

Dayê Rewşê rûyê xwe dide rojê, xwe ji îbadetê re amade dike… Ji bo di ronahiya rojê de aramiyê bibîne, şahidiya fermanek din neke, êşên din nebîne û bigihîje aştiyê dest bi duayên xwe dike.

“Xwedayê min, tu mezin î, tu yê ku didî, birehm û dilovan î; tu yî dermanê me. Ya Şêx Şems, ya Tawusê Melek… Ya Şerefeddîn tu baweriya me yî, ya Sultan Ezid em ketine bextê te. Ya Çilmêra ya jinan, li rewşa me bipirse, em ketine bextê te…

ÇAVKANÎ: ROJBÎN DENÎZ-ŞENGAL-JİNHA

Show More
Back to top button