Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê: Xiyanet jî berxwedan jî dewam dike!

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Brahîm di 7. salvegera rizgarbûna Şengalê de silav li gerîlayên azadiyê kir û got: "PDK'ê di fermanê de jî di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de jî xeta îxanetê meşand. Şengal bi lehengiyeke mezin, bi pêşengiya gerîla û berxwedana gelê me hate rizgarkirin. Li Şengalê îro jî, hem berxwedan hem îxanet berdewam dike."

Di fermana 2014’an de dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, hemû gund û komelgehan dagirkir. Civaka Êzidî tevî gerîlayên azadiyê xwe spartin Çiyayê Şengalê û dest bi berxwedanê kirin. Ev berxwedan û parastin gav bi gav xurtir bû û di 13’ê Mijdara 2015’an de bi pêngaveke mezin a leşkerî navenda Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Ev pêngav di pêşengiya gerîlayên HPG û YJA-Star’ê, şervanên YPG û YPJ’ê, hêzên YBŞ’ê ve hate pêşxistin. Her wiha civaka Êzidî û bi taybet jî Meclîsa Avaker û Şengalê jî tevlî vê pêngava dîrokî bûn. Di 7’emîn salvegera rizgarbûna Şengalê de, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Brahîm ku bi xwe jî şahidiya wan rojan kiriye, vê pêngava dîrokî û encamên wê ji ajansa me re nirxandin.

Heso Birahîm di destpêka nirxandina xwe de diyar kir ku li gel gerîlayên azadiyê, endam û pêkhateyên Meclîsa Avaker jî bi roleke mezin rabûne û got; “Roleke mezin a vê meclîsê di rizgarkirina navenda Şengalê de hebû. Her endam û pêkhateyek vê meclîsê di rizgarbûna bajarê Şengalê de lehengiyeke mezin nîşan dan.”

‘PDK’ê xeta xiyanetê da meşandin’

Heso Birahîm balkêşa ser xeta xiyanetê ku li dijî xeta berxwedanê meşiyaye jî û ev nirxandin kir: “Ji dîrokê heya niha hem xeta berxwedanê hem xeta xiyanetê hebûye. Herkes vê xeta xiyanetê baş nas dike ku di fermana 2014’an de Şengal teslîmî DAIŞ’ê kir. Bêyî ku guleyek biteqînin pêşmergeyên PDK’ê ji Şengal vekişiyan. Wan, xeta xiyanetê dan meşandin. Di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de jî dixwestin vê xeta xiyanetê bimeşînin. Çawa ku di fermanê de PDK’ê gelek cihan teslîmî DAIŞ’ê kirin, di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de jî DAIŞ’ê gund û komelgehên bakurê Çiyayê Şengalê teslîmî PDK’ê kirin.”

Heso Birahîm silav li gerîlayên azadiyê yên ku bi lehengiyeke mezin tevlî vê pêngava dîrokî bûne jî kir û li ser berxwedana wan wiha axivî: “Bajarê Şengalê bi lehengiyeke mezin hate rizgarkirin. Gerîla wê demê berxwedaneke mezin nîşan dan, ji bo civaka Êzidî gelek şehîd dan. Dîsa di pêşengiya şehîdên wekî Ş.Berxwedan, Zerdeşt Şengalî, Seîd Hesen û Mam Zekî de berxwedan dihate pêşxistin.”

‘Ew kesên Şengal firotin, heya îro jî îxanetê dikin’

Heso Birahîm destnîşan kir ku ji wê demê heya îro, guherînên mezin li Şengalê çêbûne û li ser xeta xiyanetê ev xal destnîşan kirin: “Xiyanetê dixwest Şengalê ji Êzidiyan vala bikin, lê di vê armanca xwe de biserneketin. Şehîdên me, Meclîsa Avaker û pey re Rêveberiya Xweser li gel hemû saziyên xwe rê li vê îxanetê girtin. Lê xeta xiyanetê jî heya niha berdewam e. Herî dawî di 9’ê Cotmeha 2020’an de tifaqek di navbera PDK û hikumeta Kazimî de çêbû, xwestin rê li ber vegera Şengalê bigirin. Ew kesên ku Şengal firotin DAIŞ’ê heya îro jî xiyanetê li Şengal û civaka Êzidî dikin. Lê hemû planên wan bi keda gelê me têne pûçkirin.”

‘Lazim e Iraq hebûna Êzidiyan biparêze’

Hevserokê Desteya Rêvebir Heso Birahîm her wiha êrişên bênavber ên li ser Şengalê û bêdengiya dewleta Iraqê jî nirxand û ev bangawazî li hikumeta nû ya Iraqê kir: “Em wekî baweriya herî qedîm a Iraqê, bang li hikumeta nû dikin ku karibe hebûna Êzdayetiyê li axa Iraqê biparêze. Lazim e jenosîd nas bike û rê li ber planên qirkirina li ser Êzidiyan bigire. Her wiha em dibêjin, projeya Rêveberiya Xweser projeya herî baş e ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê. Eger Şengal xwe bi xwe rêve nebe wê Şengal her tim rastî komkujiyan vardı. Dermanê birîna Şengalê Rêveberiya Xweser e.”

‘Êrişên ser Gerîlayên Azadiyê û Şengalê girêdayî hevin’

Birahîm êrişên bi çekên kimyawî yên li ser Gerîlayên Azadiyê û êrişên li ser Şengalê wekî planeke hevbeş a dewleta Tirk nirxand: “Dewleta Tirk dixwaze karên ku DAIŞ’ê nîvço hiştine temam bike. Dewleta Tirk hem êrişê civaka Êzidî hem jî hêzên azadiyê dike. Yek ji kesên ku li Şengalê li berxwe da, terka Çiyayê Şengalê nekir û li ber DAIŞ’ê sekinî Ş.Seîd Hesen bû. Ş. Seîd Hesen, Mam Zekî, Ş.Zerdeşt, Ş.Azad fermandar û şervanên parastin û rizgarkirina Şengalê bûn û dewleta Tirk ew şehîd xistin. Gerilayên azadiya Kurdistanê ji birîna Şengalê re bûn derman. Di fermana 2014’an de gerîlayên azadiyê Êzdayetiyê parastin, îro dewleta Tirk bi çekên kimyawî êrişî wan dike. Niha hêzên herêmî û cîhanê xwe ji vê re bêdeng dikin. Lazim e dinya bêje ‘ev gerîla mirovahî û baweriyeke kevnar parastiye’ û li dijî êrişan derkeve.”

‘Bersiva herî mezin vegera Şengalê ye’

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Birahîm herî dawî jî bang li civaka Êzidî kir ku vegerin Şengalê: “Dewleta Tirk û PDK naxwazin gelê me vegere ser axa xwe. Dema çend mal vedigerin Şengalê, Şengal tê bombebarankirin. Lazim e gelê me van êrişan ji xwe re neke asteng. Bersiva herî mezin a ji dijmin re vegera Şengalê ye.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

 

Show More
Back to top button