Rêveberiya Xweser a Şengalê: Emê bersiva her êrîşê bidin!

Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku PDK’ê bi hêzeke çekdarî dixwaze bikeve Şengalê ji bo Leqa 17 ya ku wekî navenda êşkence kirina ciwanên Êzîdî têzanîn, car din veke. Rêveberiya Xweser da zanîn ku ew ne alîgirê şer in û ev peyam da: “Bila herkes bizane, her êrîşek di ser gelê me de were emê bê bersiv nehêlin û emê xwe biparêzin”

Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê hewldana nû ya dagirkeriyê ya PDK’ê daxuyaniyeke lezgîn belav kir. Rêveberiya Xweser ragihand ku PDK li pey provokasyonên nû ye û dixwaze xwîna Êzidiyan birijîne. Rêveberiya Xweser da zanîn ku armanca PDK’ê ne propagandaya hilbijartinê ye, dixwaze ku Leqa 17 li Şengalê car din veke. Rêveberiya Xweser diyar kir ku civaka Êzidî ne wekî beriya fermana 2014’an e û ewê di çarçoweya parastina rewa de li ber xwe bide. Di daxuyaniyanê de  bang li raya giştî ya cîhanê jî kir ku piştgiriyê bidin berxwedana Êzidiyên Şengalê.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye; 

2’yê Cotmehê PDK’ê bi hêzên çekdar xwestin derbasî Şengalê bibin lê gelê me yê ku li çand, ol û rûmeta xwe xwedî derdikeve ji ber îxaneta ya ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê PDK’ê ve li dijî wan hatiye kirin, nehiştin ev hêz derbasî ser axa pîroz bibin. Dayikên me, ciwanên me û tevahiya gelê me Şengal li hemberî dagirkeriya PDK’ê parast û ew neçar kirin ku paş ve vegerin. Lê piştî rojekî carekî din dixwazin vê provokasyonê bibin serî û xwîna Êzidiyan birijînin.

Em ji raya giştî re didin diyarkirin ku armanca wan ne propagandaya hilbijartinê ye, ji xwe gelê me îspat kir ku ew îxanetkaran qebûl nakin û dengê xwe nadin wan. Armanca wan a sereke ew e ku li gor peymana 9’ê Cotmehê dixwazin Leqa 17 li Şengalê vekin û careke din xwe li ser Şengalê bi darê zorê bikin desthilatdar.

Tê zanîn ku Leqa 17 navenda îşkence û qetilkirina keç û xortên Êzidiyan e. Gerek herkes bizane ku êdî gelê me yê Êzidî ne wek beriya 2014’an e. Gelê Êzidî bi îrade û nêrînên azad tevdigere û ne mimkûn e careke din koletiyê qebûl bike.

Em ne alîgirê şer in. Em dixwazin hilbijartina ku demeke kurt maye bi rengekî demokratîk û azad pêk were. Emê li ser sindoqên dengdanê bidin diyarkirin ku ev îradeya azad a civaka Êzidî wê biserkeve. Bila herkes bizane, her êrîşek li ser gelê me de were emê bê bersiv nehêlin û emê xwe biparêzin û wekî her gelekî azad mafê xwe yê parastina rewa pêk bînin. Em bang li civaka xwe ya Êzidî li tevahiya cîhanê û Kurdistanê dikin ku li warê xwe yê pîroz Şengalê xwedî derkevin û piştgiriya berxwedana Êzidiyên Şengalê bikin.

Em bang li hêz û rêxistinên Kurdistanî û cîhanê re dikin ku çawa di fermana 2014’an de PKK’ê xwe gihande hawara Êzidiyan, belê vê carê jî xwedî li îradeya azad a Şengalê derkevin û piştgiriyê bidin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button