Heleb ji bo Şengalê rabu ser piya

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê li dijî êrîş û li hevkirinên li ser Şengalê daketin qadan û bi meşeke meşeleyan şermezar kirin

https://www.youtube.com/watch?v=Bj9RTDVhrhY

 

Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ya Rojavay’ê Kurdistanê dest pê kir û heta pêşiya Meclîsa taxa Şerqî dewam kir. Di meşê de bi sedan şêniyên taxê û endamên sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û pankertên bi nivîsa “Parastina rûmeta jinên Şengalê parastina hebûna jinan ne” hatibûn hildan.

“CİWANÊN KURD ÊRÎŞÊN Lİ SER XAKA XWE QEBÛL NAKE”

Piştî meşê û deqeyek rêzgirtinê Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Ronahî Efrîn êrîşên li ser Şengalê şermezar kir û wiha axivî: “Heta roja îro jî li ser Şengalê lihevkirinên qirêş di navbera hikûmeta Iraq û Hewlêrê tên çêkirin. Em van qiryaran bi tundî şermezar dikin. Dewletên desthilatdar ji bo ku kurdan tune bikin destên xwe dikin yek û li dijî me şer dikin. Divê em wek ciwan van êrîşan li ser xakên Kurdistanê qebûl nekin û bi yek destê li dijî desthilatdaran asta têkoşînê mezin bikin. Banga me ji tevahî ciwanên her derên Kurdistanê û derveyî welat dijîn, heye ku xwedî li Şengalê derkevin. Divê em xwedî ax û rûmeta xwe derkevin, ji bo ku ferman û komkujiyek din nejîn.”

Ciwanên ku beşdarî meşê bûne helwestên xwe li dijî êrîşên li ser Şengalê bi ajansa me re parve kirin.

“AX Û RÛMETA XWE BİPARÊZİN”

Ceylan Misto bertekên xwe li dijî êrîşan wiha tîne ser ziman: “Em weke ciwanên kurd tucarî mudaxeleyên li ser axa Şengalê ji aliyê PDK’ê û hikûmeta Iraqê ve qebûl nadin. Ev êrîş li dijî rûmeta me ye, loma îro ciwanên kurd serî hildane û li dijî êrîşan banga berxwedanê dikin. Em ê mil bi mil li kêlek gelê xwe yê Şengalê bin û axa xwe bi hev re biparêzin.  Em nahêlînin xeyalên dijmina kurdan pêk were û em ê bi rihê berxwedanê ax û rûmeta xwe biparêzin.”

“EM BERXWEDANA GELÊ ŞENGALÊ SİLAV DİKİN”

Jina ciwan a Êzîdî, Roşîn Mûsa banga yekîtiya Kurdan kir û wiha helwesta xwe anî ziman: “Em berxwedana gelê Şengalê silav dikin. Şengal warê aşitî û aramiyê ye, loma tu hêz nikare vê aramiyê xirab bike. Ew demeke dirêje li ser Şengalê lihevkirinên qirêj çêdibin û dixwazin bi van lihevkirinan xweseriya Şengalê qir bikin. Em jî weke Kurdên Êzîdî ya Rojavayê Kurdistanê van lihevkirinan bi tundî şermezar dikin. Pêşeroja vê bîryarê nîşan dide ku dixwazin cardin fermanek nû li ser gelê Şengalê pêk bînin, lê bila dijmina kurdan bizanibin ev daxwaz pêk nayê. Em nahêlînin dijmina kurdan cardin bi nirxê Şengalê bileyîzin. Divê em weke Gelê Kurd bibin yek û yekîtiya kurdan bingeh bigirin.”

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.

ÇAVKANÎ: ANHA

Show More
Back to top button