PADÊ: Divê Iraq Şengalê neke qadek tevlîheviyê 

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ ragihand ku divê Iraq bi rêya danûstandinan li çareseriyan bigere û Şengalê neke qadek tevliheviyê. PADÊ diyarkir ku nêzîkatiyên dawî yên Iraqê û êrişên dewleta Tirk, rê li ber vegerê digre, divê Iraqê êrişên Tirkiyeyê bide rawestandin.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ li nehiya Sinûnê ya Şengalê civiya, di civînê de kar û xebatên partiyê, rewşa siyasî, liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê hate nirxandin.

Di civînê de destpêkê kar û xebatên PADÊ hatin nirxandin. Di nirxandinên civînê de hatine kirin hate gotin, pîlanên dijmin ên ser civaka Êzidiyan her ku diçe zêde dibin, armanca planan jî tasfiyekirina îradeya gelên herêmê ye.

Piştî civînê daxuyaniyek ji aliyê Endamê Komîteya Karên Derve ya PADÊ Silêman Hecî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê ev tişt hatin gotin; “Embang li Iraqê dikin, bi rêya danûstandinan li çareseriyan bigere, Şengalê neke qadek tevliheviyê, ji ber nêzîkatiyên niha xizmeta vegera gel nake. Divê Iraqê rê li ber êrişên dewleta Tirk ên ser Şengalê bigre, ji ber ku êriş rê liber karesatên mirovî çêdike.

Daxuyaniyên parlamenterên PDK’ê xizmeta jiyana hevbeş ya li Şengalê nake, kesên di axivin jî temsîla gelê Şengalê nakin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

 

Show More
Back to top button