YJŞ li gel bersivdayîna fermanê bû hêviya azadiya jinan

Yekîneyên Jinên Şengalê (YŞJ) ku wekî bersivdayîna fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hat avakirin, hem di rizgarkirina Şengalê û jinên Êzidî yên hatine revandin de rola sereke lîst, hem jî niha bûye hêviya tevahiya jinên li herêmê

Dema çeteyên DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an êrîşî Şengalê kir û komkujî pêk anîn, herî zêde jin kirin hedef. Ji bilî dehezaran kesên hatine qetilkirin, bi hezaran jin û zarok jî hatin revandin û muameleya koleyan li wan hat kirin. Jinên Êzidî yên hatin revandin, li Telafer, Musil, Dêra Zor, Reqa û gelek cihên din li bazaran hatin firotin.

Jiber vê yekê ye ku dema dijî hovîtiyê berxwedan û têkoşîn hat destpêkirin, jinên Êzidî di rêzên destpêkê de cihê xwe girtin. Di dema fermanê de gerîlayên HPG/YJA-STAR û şervanên YPG/YPJ’ê bi hawara Şengalê hatibûn û koridora mirovî vekiribû, bi dehezaran kes rizgar kiribûn. Her wiha bi deh hezaran kesên ku xwe spartibûn Çiyayê Şengalê, ji hovîtiya çeteyan parastin.

Gavên yekem ên hêza parastina jinên Êzidî

Di berxwedanê de jinên Êzidî herî zêde ji gerîla û şervanên jin bandor bûn, lewma ref bi ref tevlî têkoşîna azadiyê bûn. Di dema berxwedanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku ji ciwanên Êzidxanê pêk tê, hat avakirin. Jinên Êzidî ku hêrsa wan her diçû zêde dibû jî, di nava refên YBŞ’ê de cihê xwe girtin.

Jinên Êzidxanê ku gerîla û şervanên jin jixwe re wekî mînak girtin, herî zêde jî jina pêşeng û şoreşger a bi navê Binefş Agal (Bêrîvan) ku ji Êzidiyên Bakurê Kurdistanê ye û di 16’ê Çileya 1989’an de li Cizîra Botan di encama êrîşek hêzên dewleta Tirk de şehîd bibû, wekî pêşenga xwe dîtin. Binefş Egal ku şehadeta wê serhildanên Bakûr dan destpêkirin, li Şengalê jî jibo xwe rêxistinkirin û avakirina hêza parastina jinên Êzidî dibû mînak.

Her wiha gerîlayên jin ên ku bi hawara Şengalê hatibûn û  di berxwedana Şengalê de şehîd bûn ên wekî Armanc Viyan (Ayşe Elban), Jiyanda Xelat, Vînar Semsur, Zîlan û Bêrîvan Çarçela, ji bo jinên Êzidxanê bûn pêşeng û sembol.

Yekîneyên Jinên Şengalê

Jinên Êzidxanê ku destpêkê di nava YBŞ’ê de xwe rêxistin kirin, li her eniyek berxwedanê cîh girtin û bûn sembol. Yek pêşengên şervanên jin jî Bêrîvan Şingalî (Dunya Seîd) ku di mijdara 2015’an de şehîd ket bû. Piştî hejmara şervanên jin zêde bû û îradeya xwe nîşan dan, êdî hêza parastina jinê hat avakirin. Şervanên jin ên nava YBŞ’ê, di Sibata 2016’an de li ser Çiyayê Şengalê konferansa damezirandina hêza parastinê jinê li dar xist. Di encama konferansê de Yêkîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) hat avakirin.

Li gel avakirina YJŞ’ê tevlîbûna jinên ciwan ên Êzidxanê zêdetir bû û di berxwedan û pêngava rizgarkirina herêmên Êzidxanê ku 11 mehan dom kir de pêşengî kir.

Pêngava tolhildana jinên Êzidî

YJŞ’ê ji bilî pêngavên giştî yên rizgarkirina herêmê, ji bo rizgarkirina jinên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin jî, xebatên taybet meşandin. Di vê çarçoveyê de pêngava “Tolhildana jinên Êzidî’’ hat meşandin û 148 jinên hatibûn revandin hatin rizgarkirin. Di vê pêngavê de 155 çeteyên hov jî hatin kuştin. Her wiha gelek çek, cebilxane û belgeyên çeteyan ku hevkariya wan û dewleta Tirkiyeyê nîşan dide jî, desteser kirin.

Şehîda yekemîn

YJŞ ku êdî li tevahiya Êzidxanê bû îrade û pêşeng, di sala 2016’ an de pêşengiya hemleya rizgarkirina gundê Madîban ê li rojavayê Şengalê kir. Di vê pêngavê de li gel gerîlayên YJA-STAR Gûlçîn Rojhilat û Zevîn Qamişlo, şervana YJŞ’ê ya bi navê Nûjiyan Wan şehîd bû û bû şehîda yekemîn a YJŞ’ê. Di berxwedan û hemleyên rizgarkirinê de û heta niha YJŞ’ê bi dehan şehîd dane û mohra xwe li dîroka Êzidxanê xistiye.

Tevlîbûna pêngava rizgarkirina Reqayê

Şervanên YJŞ’ê piştî rizgarkiran Şengal û derdora wê, têkoşîna xwe ya dijî çeteyên DAIŞ’ê û rizgarkirina jinên hatine revandin domindan. Çeteyên DAIŞ’ê bajarê Reqa yê Suriyeyê wekî paytexta xwe diyar kiribû û hemû hovîtiyên xwe li vir dikirin. Gelek jinên Êzidî yên hatibûn revandin jî, li vir dihatin girtin, pêkanîn dijî mirovahiyê li wan dihatin kirin. Lewma dema ku QSD’ê di sala 2017’an de pêngava rizgarkirina Reqayê da destpêkirin, şervanên YJŞ’ê bi ala xwe tevlî hemleyê bûn. Li gel rizgarkirina navenda bajar, meydana El Naîm a Reqayê ku bibû qada mirinê, veguherî meydana tolhildana jinên Êzidî û wekî sembola jiyana nû hat pênasekirin.

Li Akamediya Jinê hişmendiya azadiya jinê fêr dibin

Piştî rizgarkirina herêmê, YJŞ’ê giranî da ser rêxistinkirin û perwerdekirina jinan. Di vê çarçoveyê de Akademiya Şehîd Bêrîvan hat vekirin. Li vê akademiyê şervanên jin li ser her mijarekê tên perwerdekirin û pêşengiya civakê dikin. Di rewşa niha de êdî YJŞ bûye hêviya tevahiya jinên Êzidxanê û ji bo jinên Iraq û herêmê jî bûye mînakek. ROJNEWS-ŞENGAL/DILPAK DAG – NÛJÎN ZERDEŞT

Show More
Back to top button