TAJÊ 4’ê Nîsanê pîroz kir

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. TAJÊ destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ew ê bi hemû hêza xwe têbikoşin.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de hate gotin, “Meha Nîsanê meha vejîna xwezayê meha xemilîn, rengînî û xweşikbûna biharê ye. Mozayîka reng, deng û tevgerîna xwezayê di vê mehê de xuya dibe. Bi taybetî li Kurdistanê, li welatê xwedawendan Nîsan mizginî ye, vejîn e, geşbûn, hebûn û azadî ye. Ya herî watedar jî di baweriya me ya Êzdatî de meheke pîroz e. Roja Çarşema Nîsanê roja avabûna kinyadê ye. Bawerî pê tê kirin ku gerdûn, xweza di vê mehê de xwe çêkiriye. Civaka Êzidî di vê rojê de gulên sor ber deriyê xwe vedikin, şahî û dîlanê digrin.”

‘RÊBER APO JI BO ME MIZGÎNIYA AZADIYÊ YE’

Daxuyaniya TAJÊ wiha dewam kir; “Di mehek wisa pîroz de Rêber APO çavê xwe li jiyanê vekir. Rojbûna Rêber APO roja vejîna jiyana azad û jina azad e. Ji bo jinên azadîxwaz û gelên bindest roja ketina ferqa hebûna xwe de ye. Bi vê şiyarbûnê şahiya dilxweşî û gerandina govenda azadiyê ye. Jinên Êzidî pişti 74 fermanan, bi saya fikrên Rêber APO çavên xwe li azadiyê vekirin. Rojeke reş, roja fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de ango di roja herî zor û zehmet de, Rêber APO bi hawara me ve hat. Em ji qirkirina mirovî xilas kirin û rêya jiyana azad fêrî me kir. Rêber APO ji bo me, mizgîniya azadiyê ye. Rêber APO ne tenê em ji fermanê xilas kirin, pergala xwe parastin, xwe rêvebirin û xwe birêxistinkirinê nîşa me da.

‘JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE TÊBIKOŞIN’

Rêber APO ji bo mirovên bindest û civakên bindest li hember zilmê û neheqiyê serî hilda, li ber xwe da û şerê rûmetê meşand. Pêşengiya mirovên azad kir; bawerî, hêvi çêkir ji bo jinan û gelan. Pergala zilmê ya li ser jinan û gelan hilweşand. Baweriya Êzdatî ji felsefeya xweza û çanda berxwedanê tê. Me weke jin û civaka Êzidî heqîqeta hebûn û azadiya xwe di fikir û pergala Rêber APO de dît. Ji ber wê hîn di roja destpêkê de hezkirin û girêdana me bi rastiya Rêber APO re çêbû. Ji ber wê em ewlekarî, tenduristî, azadiya fizîkî ya Rêber APO weke ewlekarî, tenduristî û azadiya xwe dibînin. Rêber APO sedema hebûn û jiyana me ye. Bersiva me ya herî mezin ji bo Rêber APO, wê bibe wek jin û civak em xwe birêxistin bikin, pergala xwe ya parastin û rêvebiriyê xurt bikin. Ji ber Rêber APO dibêje, ‘yek ji hêviya min a herî mezin, jin xwe rêxistin bikin’. Ji ber ku heqîqeta jiyan û civakê xwe bi rêxistinkirina jinê re derbas dibe. Civak û jiyan li dora jinê pêş ketiye. Jiyan destpêkê li ser welatê me, axa me geş bûye. Lewma ji welatê me re dibêjin ‘welatê rojê’. Rêber APO ev heqîqeta dîrokî û civakî raxist ber çavan.

Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî em diyar dikin ku; tu hêz, tu dijmin nikare me ji Rêber APO dûr bixe. Ji ber Rêber APO di dil û mejiyê me de cih girtiye. Rêber APO rêberê gelane, rêberê jina azade. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fizikî ya rêber APO têbikoşin û her tim li ser piyan bin. Bi hêvi û baweriya welatê rojê de em bi rêber APO re azad jiyan bikin em ê serkevin. Hezar silav ji bo rojbûna rêber APO hezar silav ji bo rêberê gelan.”

NAVENDA NUÇEYAN-ŞINGAL

Show More
Back to top button