‘Em çiqas şehîdan bidin jî, em ê dest ji doza xwe bernedin’

Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê têkildarî Komkujiya Parîsê daxuyanî da û got: "Dewleta Fransa rê dide dewleta Tirk ku komkujiyên bi vî awayî pêk bîne."

Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê di bin konê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî vedan de ku ev 4 roj in li Komelgeha Dîgorê ya Şengalê hatiye vedan, têkildarî komkujiya li Parîsê daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê endama Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê Lîza Şengalî ve hate dayîn.

Lîza Şengalî diyar kir ku bûyera doh li Parîsê qewimî ji ya 2013’an cuda nîne û got ku hîna hesabê komkujiya 2013’an nehatî dayîn, dewleta Fransa rê da dewleta Tirk ku car din li dijî gelê Kurd komkujiyê pêk bîne.

Şengalî wiha pêde çû: “Lê bila baş bizanibin ku em çiqas şehîdan jî bidin em ê dest ji doza xwe bernedin. Dewleta Fransa rê daye dewleta Tirk a dagirker ku komkujiyek bi vî awayî li dijî Kurdan bike.

Em sersaxî ji malbatên hevalê xwe re dixwezin û dibêjin wê tu carî xwîna wan li erdê nemîne û wê nikaribin rê li ber têkoşîna me bigrin û heta azadiya Rêberê xwe em ê li ser pêyan bin.”

Daxuyanî bi berzkirina “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

ANF

 

Show More
Back to top button