Hevserokê PADÊ: Dixwazin Ereb û Êzidiyan berdin hev

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Omer Salih diyar kir ku dixwazin Ereb û Êzidiyan berdin hev û got: “Sîm dikin, dorpêç dikin. Dibe ku bixwazin Wargeha Holê jî derbasî vir bikin da ku Êzidî cardin bikevin xeteriyê de.” Omer Salih destnîşan kir ku Iraq û PDK naxwazin Êzidî vegerin li ser warê xwe.

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Omer Salih têkildarî rewşa Iraqê, sîmkirina di navbera Êzidî û Ereban de û giştî rewşa Şengalê ji Rojnews’ê re axivî. Omer Salih diyar kir ku tevî ewqas derfetên aborî, civakî û siyasî jî Iraq nikare kêrî xwe û civakên ser axa xwe were û wiha got; “Iraq bi van derfetên xwe dikarî bibe cihê civakên li ser debara xwe bikin, lê mixabin dewletên ji derve nahêle û çavê dewleta Iraqê jî her li derve ye, li hêzên derve ye. Ji ber wê jî ev 5-6 mehe hikûmet ava nebû. Ez bawer nakim ku hikûmet ava bikin jî.”

Omer Salih bal kişand ser gengeşeya di navbera aliyên siyasî de û destnîşan kir ku aloziyek giran li Iraqê heye, ev yek wê girantir jî bibe û aloziyên xirabtir jî bi xwere bîne. Salîh bal kişand ser aboriya binketî û bihabûna heyî, xetimandina siyasî û got ku divê ev rewş bê derbas kirin.

‘Dixwazin Ereb û Êzidiyan berdin hev’

Hevserokê PADÊ Omer Salîh bal kişand ser sîmkirina herêma ku Ereb lê dijîn û da zanîn ku îro cardin hewil didin navbera Ereb û Êzidiyan de pirsgirêkan derxin û wan berdin hevdû û wiha domand:“Sîm dikin, dorpêç dikin. Dibe ku bixwazin Wargeha Holê jî derbasî vir bikin da ku Êzidî cardin bikevin xeteriyê de.”

Salih bal kişand ser siyaseta PDK’ê ya gefxwarin, girtin û asteng kirina Êzidiyan jî û wiha pêde çû: “Îro her zext dikin. Yekî ku fotoyek wî bi saziyekê re, bi hevalekê re hebe digrin û gef dixwin. Dibe hinek bitirsînin jî lê îro milet wana qebûl nake û yê encam jî negrin. Ez jî hatime asteng kirin. Min xwestiye biçim herêmên Ereban û ez jî dan sekinandin, pirs kirine tu çima diçî gel Ereban, neçe.”

‘Yên destê wan di xwîna Êzidiyan de hene çûne hembêza PDK’ê de’

Omer Salih eşkere kir ku ew bi herêma Ereban re di têkiliyekî baş de ne û pirsgirêkan jî bi hevre nîqaş jî dikin, ew jî van planan li ser xwe qebûl nakin û wiha axivî; “Ereb jî dibêjin ku ew sîmkirinê navbera xwe û Êzidiyan de qebûl nakin, ji ber bûne wek malbatekî. Ew kesên xwîna Êzidiyan de destê wan heye li vê herêmê namînin, yên wiha çûne hembêza PDK’ê. Ew wana xwedî dikin. Yên li herêma Ereban însanên belengazin. Wan jî pir êş kişand. Kesên pir zilm li Êzidiyan kir, destê wan di xwîna me de ye xwedî dikin, mal dan, seyare da, hemû derfet dan wan, lê Êzidiyên serbilindin jî nahêlîn biçin herêmên wan, asteng dikin. Dixwazin Ereb û Êzidî dijminatiya hev bikin.”

‘Berxwedana Şengalê Iraq ji tinebûnê parast’

Omer Salih bal kişand ser berxwedaniya li Şengalê dijî çeteyên DAIŞ’ê hatî kirin û wiha axivî; “Yên destê DAIŞ şikênand Şengal bû. DAIŞ li Şengalê serketiba dewleta Iraq ji kokê ji holê radibû.”

‘Hewlêr û Bexda bi qasî Şengalê nearame’

Omer Salih li dijî siyaseta reşkirina Şengalê û civaka Êzidî nerazîbûna xwe anî ser ziman û got; “Beriya 2 rojan yên girêdayî PDK’ê  îdîa kir ku 480 mal ji Şengalê derketine. Piştî vê îdîaya wan 5 malbat ji Başûrê Kurdistanê hatîbû. Lê ya rastî ewe ku ti malbat ji Şengalê dernketine. Ji her derî zêdetir Şengal ewle ye. Hewlêr û Bexda bi qasî Şengalê nearame.”

‘Wan gotinan li Babê Şêx dan gotin”

Hevserokê PADÊ Omer Salih têkildarî banga Rêberê Ruhanî yê civaka Êzidî Şêx Ilyas Nasir ya ji bo dewledên Ewropa da ku deriyên xwe vekin bo Êzidiyên li Şengalê bikarin ji Şengalê derkevin jî nêrînên xwe anî ser ziman û got; “Babê Şêx jî got, van gotina ne li gora dilê min e, mecbûrim bêjim. Diyare zextek li ser Babê Şêx heye. Kesên pêre çûbûn dane gotin. Em jî Babê Şêx jî ne bi van gotinan re ye. Babê Şêx jî naxwaze îro Laleşa Nûranî vala bibe, naxwaze Êzidxan vala bibe. Ger Şengal vala bibe jî ne Êzidxan dimîne, ne civaka Êzidî, ne cihek jêre dimîne.”

‘Ne Iraq ne jî PDK naxwaze Êzidî vegerin’

Salih anî ser ziman ku ger dewleta Iraqê bi rastî jî bixwaze civaka Êzidî vegere Şengalê derfet hene ku dikare 24 seatan de milet vegerîne, lê ne Iraq ne jî PDK naxwaze Êzidî vegerîn.

‘Tirsa wan ji Meclîsa Xweseriya Şengalê ye’

Hevserokê PADÊ Omer Salih bal kişand ser peymana 9’ê Cotmehê û diyar kir ku hêzên PDK, dewleta Tirk û hikûmeta Kazimî dixwazin vê peymanê bixin meriyetê û wiha pêde çû; “Peymana wan xelkê me qebûl nake. Peymana 9’ê Cotmehê yê ti cara jî qebûl neke. Dema fermana 2014’an dewleta Irak jî, hêzên PDK’ê jî çavên xwe girt ji vî miletî re. Ew bûn sebeb. Wan terka Şengalê kir û me tinê hiştin. ev planên dawî bi pêşîgirtina Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê bigrin. Hemû gavên diavêjin bo heman armancê ye. Dixwazin bi rakirina sînorê di navbera Şengal û Rojava bigrin. Tirsa wan jî ji Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ewe ku bikare pêşî li van planên wan yên gemar bigre, bikare rê li ber êrîşên li ser civaka Êzidî bigre. Bo vê planê li Hewlêrê li hev civîyane, li Bexda yê li hev civîyan e. Li Qatar-Siûdiyê li hev civiyan. Kazimî, Barzanî û Tirkiyê li hev civîyan û vê planê pêşxistin.”

‘Dixwazin rê li Şengalê teng bikin’

Omer Salih anî ser ziman ku di çerçova peymana 9’ê Cotmehê de hewildanê wan yê qeymeqamê PDK’ê anîna Şengalê jî didome û got ku hewildana sînor rakirinê jî, li derdorê hêzên YBŞ-YJŞ girtin jî heman planê ve girêdayî ye. Dixwazin rê li Şengalê teng bikin, li rêxistinbûna Şengalê teng bikin.

‘Naxwazin Êzidiyan xwedî îrade nas bikin’

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Omer Salih herî dawî got:“Li ser sazîbûna Êzidiyan êrîş dikin, ji ber naxwazin Êzidiyan xwedî îrade nas bikin, naxwazin yek helwest, yek dest û yekbûyî bibînin. Bi rêya PDK’ê cardin dixwazin pêk bînin. Mînak beriya 2014’an jî Êzidiyan li seytereyên xwe bicîh dikirin. Êzidiyan jî li ser emir dayîna wan tehda li Ereban dikir. Di dawiyê de Êzidî û Ereb kirin dijminên hevdû. Cardin dixwazin wiha bikin. Lê ne Ereb ne jî Êzidî yên wî demî ne. Herdû milet jî yê nehêle navbera wan bi hevdû re xirab bibe.”

BÊRÎVAN ŞENGALÎ-ŞENGAL

Show More
Back to top button