Endamên Meclîsa Digurê: Wê Şengal dev ji xeta Rêber Apo bernede 

Endamên Meclîsa Gel a Digurê ya ser bi Şengalê diyarkirin ku bi saya gerîlayên azadiyê, fikir û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew îro xwedî bûne xwedî îrade û hene. Endaman dan zanîn ku dewletên desthilatdar dixwazin fikrê Rêber Apo asteng bikin, ji bo wê jî êrişî Şengalê dikin, lê bila her kes bizane wê Şengal ti carî dev ji vê dozê bernede.

https://www.youtube.com/watch?v=VD1lj-3yExk

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployek navneteweyî de, di 15’ê Sibata 1999’an de hate dîlgirtin. Ev 23 salin li Îmraliyê dibin tecrîdek girankirî de ye. Her wiha ev zêdeyî sê salin ne ji aliyê malbatê ve û ne jî ji aliyê parêzeran ve hevdîtin li gel nehatiye kirin. Derbarê komploya 15’ê Sibatê de endamên Meclîsa Gel a Digurê ji ajansa me re axivîn.

Endamê Meclisa Gel a Dugurê Mûsa Qasim: “15’ê Sibatê îxanet li morivahiyê hate kirin, ji ber wê jî pêwîste her kes vê rojê wek roja îxaneta li mirovahiyê binav bike. Kesekî ku tevahiya kar û xebatên xwe ji bo mirovahî û demokrasiyê dimeşand di vê rojê de hate girtin. Welatên desthildar û  navdewlet ramanên Rêber Apo li ser projeyên xwe weke metirsî didîtin. Ji wê di tirsiyan ku bi vî fikrê temenê desthiladariya wan kurt bibe, ji ber wê komplo li dijî Rêber Apo pêk anîn. Dewletên deshildar karên ne baş û zilmê li xelkê dikin. Rêber APO her titşê xwe ji bo gel dike û fikrê wî dikare civakek wekhev û bi exalq ava bike. Dema fikrekî ku karibe xizmeta gel bike û demokrasiyê li cîhanê belav bike, wê kesên ne demokrat û yên naxwazin çareserî li  cîhanê belav bibe, wê dijberiya wî fikrî bikin.

Beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an gelê Şengalê di her milî de kêmasiyên wê hebûn. Lê bi saya Rêber APO civaka me karî li ber xwe bidin û rêxistina avabike. Beriya fermanê partiyên siyasî çi ji me dixwestin me bi yawan dikir, lê  piştî ku  şagirtên Rêber APO xwe gehandin  Şengalê û gelê me ji aliyê  milîtanên rêber APO ve hatin perwerdekirin, êdî em bûna xwedî fikir û îrade. Ev îradeya ku niha li Şengalê pêşketiye, pir girînge û eger mirin jî be emê dest ji vê tekoşîna xwe bernedin.

Endamê Meclisa Gel a Digurê Xelîl Cemo: “Fikrê serokatî ji bo gelên bindest fikrekî pîroze, gelên bindest tenê bi saya vî fikrî dikarin xwe ji bindestiyê rizagarbikin, lewma ev pilan li dijî serokatî hate pêkanîn. Em dibînin ev welatên desthildar piştî girtina serokatî jî li ser êrîşên xwe berdewamin û dixwazin her dera ku ev fikir li wir pêşketiba wir bikin hedef. Çiyayê Şengalê ku xwe li ser vê xetê rêxistinkiriye û xwe birêve dibe, buye hedefa dewleta Trik û êrîşî ser Şengalê dikin. Gelê me heya astekê êdî têgihiştiye û dikare xwe birêve bibe, lê bi van êrîşan dixwazin fikra rêber APO ji Şengalê xilas bikin. Bila her kes bizane wê bi êrîşan tu kes nikaribe fikrê serokatî ji nava me tine bike.

Dema Serokatî dibêje “xwezî ez li çiyayê Şengalê li gel Derwêşê Evdî bama” li vir de wê peyamî dide ku ew bi xwe ji Şengalê ne dûre, em wek gelê Şengalê jî dibêjin em jî ji fikrê serokatî nedûrin û  serokatî dinava mede tê qebûlkirin. Ji ber serokatî azadî û wekheviyê dixwaze, em Êzidî jî heman tiştî dixwazin. Tiştê herî baş ji bo me fikrê serokatiy.

Hinek leşkerên Iraqê tên û heqaretê dikin, başe dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê despêkir tu li kuderê buyî, ji nûde tê, heqaretê li Êzidiyan û gelê Şengalê dikî. Dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir hun li kuderê bûn, çima wê demê we ala Iraqê bilind nedikir. Wê demê bi saya gerîla ku xwe ji çiyayên azad berdan Şengalê, gelê me ji qikirinê rizagr bû. Eger gerîla nebuya wê bi sedan zarokên me ji birsa miribana wê demê çima hun bêdeng bûn. Heqareta berpirsên leşkerî bi ti awayekî nayên qebulkirin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

Show More
Back to top button