Cardin pey Şengalê, Kurdistanê ketine û hinceta wan PKK ye

Hate zanîn ku Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar di hevdîtinên xwe yên li gel Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrur Barzanî de li ser lihevkirina ser Şengalê û şerê li dijî gelê Kurd û PKK’ê axivîne

Dewleta Tirk û PDK cardin pey Şengalê û tevahî Kurdistanê ne û hinceta wan cardin PKK ye.

Piştî bexdayê, herî dawî derbasî Hewlerê bûbû heyeta Dewleta tirk a dagirker bi pêşengtiya  wezîrê parastinê Hulusî Akar û heyeta wî.

Gelek hevdîtin hatin kirin ji aliyê Hulusî Akar ve ku ji raya giştî re bi awayek eşkere nehatiye parvekirin.

Li gora rojnews ragihandiye, hate zanîn ku Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar di hevdîtinên xwe yên li gel Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrur Barzanî de li ser lihevkirina ser Şengalê û şerê li dijî gelê Kurd û PKK’ê axivîne.

Akar duh bi şev ve li Hewlêrê bû û di nava rojê de jî rêze hevdîtin li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêmê Mesrur Barzanî pêkanîbu.

Li gorî çapemeniya PDK’ê, di hevdîtina Akar ya li gel Barzaniyan de ji bilî peywendiyên Herêm û Tirkiyeyê li ser bicihanîna lihevkirina Şengalê bi taybet rawestiyane.

Li gorî çavdêrên siyasî, hatina şandeya Tirkiyeyê ya ji bo Bexda û Hewlêrê peywendî bi siyaseta dewleta Tirk a dagirker a li dijî PKK’ê û gelê Kurd ve heye. Çavdêr dibêjin Tirkiye xwe ji bo qonaxekî nû ya li dijî gelê Kurd û amadekirina berfirehkirina êrişên bi hinceta PKK’ê dike, ji bo vê jî dixwaze piştgirîya Iraq û Herêma Kurdistanê bi dest bixe.

Show More
Back to top button