Zarokên şehîd Merwan ên birîndar behsa kêliyên êrişê kirin 

Dema Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bû hedefa êrîşa balafira biçek û bêmirov ya dewleta Tirk zarokên wî jî li gel bûn. Keça wê Dunya di êrîşê de birîndar dibe û şoq derbas dike, xwişka wê ya biçûk jî hîn ji bin bandora êrîşê derneketiye. Lê bi çend gotinan jî be kurê wî û keça wî karîn behsa kêliyêa êrîşê bikin.

 

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda 7’ê Kanûnê di roja yekemîn a ‘Rojiya Êzî’ de zarokên xwe dibe sûkê ji bo cilê cejnê ji wan re bigire. Dema ji sûka Sinûnê vedigere, rastî êrîşê tê. Di kêliyên ku 2 kurên xwe ji seyareyê dadixe û hîn herdu keçên wî li gelin de êrîş pêktê. Li gorî peyamnera me ji Şengalê ragihandiye, herdu keçên wê Dunya û Dîcleya 3 salî hem birîndar dibin hem jî şoq derbas dikin. Lê herdu zarokên wî yên kur jî dibin şahidê êrîşê, lê birîndar nabin.

Peyamnera me diyar kir hîn jî zarok şoqa êrîşê derbas nekirine û di warê derûnî û hestî de jî travmayek dijîn. Zarokê herî mezin ê şehîd Merwan Dilşad li ser kêliyên êrîşê ji ajansa me re axivî. Dilşad dibêje ew û 3 xwişk û birayên xwe dema li gel bavê xwe ji sûka Sinûnê vedigeriyan bûyer pêkhat û wiha diaxive: “Em piştî ji Sinûnê vegeriyan, ez û birayê xwe ji seyareyê daketin, lê herdu xwişkên min li gel gavê min hîn di seyareyê de bûn. Di carekî de dengê teqîneke mezin hat, min çawa nêrî balafirê li seyareya bavê min xistiye. Lingê xwişka min jî ji ber vê êrîşê seqet (birîndar) ma.”

Dunya hîn jî travmaya êrîşê û şehîdbûna bavê xwe derbas nekiriye û gelek bihêrse. Lê tevî vê yekê jî karî çend gotinan li ser kêliya êrîşê bike; “Bavê min timî ji min re digot, ezê serê xwe di rêya ‘Tawusê Melek’ de bidim, wisa jî bû! Dema balafir li seyarê xist ji cihê xwe firiyam. Paşê min xwişka xwe Dîcle ji seyareyê derxist. Di seyareyê de ez, xwişka min Dîcle ya 3 salî û bavê min hebûn.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button