Danûstandinên Mîr ên bi dewleta Tirk re li Şengalê bûye cihê nerazîbûnê

Ji Rêveberên PADÊ Saleh Êzdîn Xelo bal kişand ser hevdîtina Mîr Hazim Tehsîn Beg a bi rayedarên dewleta Tirk re û got, "Nayê qebûlkirin ku Mîr biçe Sefaretxaneyên Tirk û bi wan re hevdîtinan bike. Nabe ku bi Erdoğan re hevdîtinê bisiklet."

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ û Bepirsyarê Şaxê PADÊ yê Duholayê Saleh Êzdîn Xelo têkildarî hevdîtina Mîr Hazim Tehsîn Beg a bi rayedarên dewleta Tirk a dagirker re ji ANF’ê re axivî.

Berî her tiştî têkidarî hilbijartina Mîrtî ya li nava civaka Êzidî axivî û ev anî ziman: “Li gorî rêûresmê Êzdatiyê Mîr bi hilbijartinê dibe mîr. Dema Mîr rehma xwedê kir, mezinê çiyayê Şengalê, mezinê welatê şêx û Meclîsa Rûhanî li hev kom dibin, yek ji binemala mîr ji bo mîrtiyê dihilbijêrin. Hazim Tehsîn Beg ne bi deng û bi taybetî dengê Êzidiyên Şengalê hate hilbijartin. Ew bi dengê hinek aliyên siyasî hate hilbijartin.”

Xelo bal kişand ser serdanên Mîr Hazim Tehsîn Beg ên ji bo welatên Ewropa û dîsa Iraqê û got: “Divê Mîr ji bîr neke ku kî dost û kî dijminê qewmê wî ye.”

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ û Berpirsê Şaxa PADÊ ya Duholayê Saleh Êzdîn Xelo bi bÎr xist ku fermanên heta niha li civaka Êzidî rabûne ji dema Osmaniyan heta niha piraniya wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin û got, “Divê Mîr ji bîr neke ku Osmaniyan çiqas komkujî li Êzidiyan kirin. Bi mîlyonan Êzidî hebûn, lê belê ji ber êrîşên Osmaniyan belav bûn. Ji wê rojê heta dema Erdogan dijminahiya Êzidî û dînê Êzdatiyê dike. Dixwazin bana çatal bikin. Nayê qebûlkirin ku Mîr biçe sefaretxaneyên Tirkan, bi wan re hevdîtin bikin. Nabe ku bi Erdoğan re hevdîtinê bisiklet.”

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ û Berpirsê Şaxa PADÊ a Dihola Saleh Êzdîn Xelo spasiya Elmanya jî kir ku qirkirina li ser civaka Êzidî weke jenosîd qebûl kiriye.

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ û Berpirsê Şaxa PADÊ a Dihola Saleh Êzdîn Xelo bang li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir ku xwe nêzî aliyên siyasî neke.

ANF-AREGEŞ ŞINGALÎ

 

Show More
Back to top button