Tora sîxuran a li Şengalê, plan û êrişên MÎT û PDK’ê

PDK'ê ku piştî fermana 2014'an nema karî vegere Şengalê, bi hevkariya MÎT û Parastinê li Şengalê şebekeya sîxuran dide avakirin. Ji sala 2017'an heya roja me ya îro êrişên li ser pêşengên civaka Êzidî û saziyên rêveberiya Xweser di encama xebatên vê şebekeyê de têne kirin.

Çend rojên borî ji raya giştî re hate ragihandin ku yekîneyên taybet ên bi ser YBŞ’ê ve û hêzên ewlekariyê yên Şengalê, bi navê “Operasyona Tolhildanê” pêngaveke taybet li dijî tora sîxurên MÎT û Parastinê lidarxistine û di encamê de ek beşji vê şebekeyê hatiye tespîtkirin. Li gorî agahiyên heyî lêkolîn û lêpirsîna derbarê van kesan de demeke dirêj berdewam kiriye. Bi taybet piştî çend êrişên dawî yên li Şengalê dora van kesan hatiye tengkirin, ev kes demeke ji nêz ve hatine şopandin û piştî delîl li ser wan îsbat bûne, operasyon hatiye destpêkirin.
Kesên hatî desteserkirin derbarê gelek êrişan de li xwe mikur hatine û hin bûyer zelal bûne. Her wiha van kesan bi hemû ziraviyên xwe ve itiraf kirine ku ka çawa tevlî vê şebekeyê bûne, MÎT û Parastin çawa xwe gihandine wan û di berdêla çi de ev kar kirine. Weke destpêka tarîfkirina vê şebekeyê em dikarin behsa du qonaxên girîng bikin ku ev tora sîxuriyê li Şengalê hatiye rêxistinkirin.
Qonaxa yekemîn sala 2017’an e ku PDK’ê cara duyemîn ji Şengalê reviya û pişt re êrişên hewayî yên dewleta tirk li Şengalê destpêkirin. Qonaxa duyemîn jî Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an e ku piştî vê peymanê rêbazên şerê taybet li Şengalê tê kûrkirin, MÎT û PDK’ê lez dide avakirina tora sîxurtiyê. Jixwe, ji vê salê şûn ve êrişên hewayî û erdî yên li Şengalê jî pir zêde dibin.
PDK’ê di 2016’an de Seed Casim mehek desteser dike
Yek ji kesên çalak a vê şebekeyê ku hatiye girtin Seed Casim Mirad e ku têkiliya wî ya bi PDK’ê re heya salên 2016’an dirêj dibe. Seed Casim ji bajaroka Xanesorê ya Şengalê ye. Piştî fermana 2014’an tevî malbata xwe diçe Başûrê Kurdistanê. Piştî demekê vedigere Şengalê û tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê dibe. Demeke di nav YBŞ’ê de cih digire, di sala 2016’an de PDK’ê bi destê malbata wî xwe digihîne Seed Casim, malbatê ew teslîmî PDK’ê dike û nêzî heyvek li Duhokê di destê PDK’ê de dimîne.

PDK’ê ji Seed Casim dixwaze ku vegere Şengalê û fewcek ava bike daku ciwanên Êzidî ji hêzên YBŞ’ê qut bike. Di vê demê de navê hin endam û fermandarên YBŞ’ê digihîne PDK’ê. Pişt re tevlî Asayîşa Êzîdxanê dibe û demeke dirêj li wê derê kar dike. Detayên vê pêvajoyê tam nayê zanîn, lê Seed Casim di sala 2020’an de bi awayeke çalak tevlî tora sîxuriyê ya MÎT û Parastinê dibe. Di payîza 2020’an de kesê bi navê Ehmed Nesreddîn Qasim ku rasterast bi navenda MÎT’ê û Parastinê re kar dike, li Şengalê xwe digihîne Seed Casim û ew dike endamekî çalak a tora sîxuriyê. Seed, Selah Berces jî dikşîne nav tora sîxuriyê Ehmed Nesreddîn Qasim, perwerde dide Seed Casim ku ewê çawa bi reya telefonê
xerîteya cihan (koordînatan) tespit bike û bigihîne wan. Weke karê yekemîn, Seed Casim dest bi tespîtkirina sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, endam û rêvebirên van saziyan dike. Piştî demekê ji Seed Casim tê xwestin ku kesek din jî bike sîxur û weke hucreyekî kar bikin. Seed Casim berê xwe dide Selah Berces ku hevalên hev ên nêzîk in. Selah Berces jî ji Xanesorê ye û di sala 2019’an de dest bi karê ragihandinê kiriye.
Êdî Tohum Casim û Selah Berces weke hucreyek ji 2 kesan a girêdayî Ehmed Nesreddîn, rojane li ser saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêşengên civaka Êzidî kar dikin. Ji bo vî karî heyvê teqrîben 200-300 dolar didin her yek ji wan. Dîsa ji bo wan ji bîr û baweriya Ezdatiyê dûr bixin, li Başûrê Kurdistanê ew dibin cihên weke dîsko, nadya û cihên gemarî û bi vî awayî î îradeya wan bi temamî dişkînin. Ji bo ev şebeke deşîfre nebe, Ehmed Nesreddîn navên kod dide her yek ji wan. Navê Seed dike Selman, navê Selah dike Dilşêr û navê xwe jî dike Hecî.

Ji MÎT û Parastinê re rojane agahî têne şandin

Ji bo MÎT û Parastinê agahiyên pêwîst ên destpêkê, tespîtkirina hedefan e. Ji ber vê jî Seed û Selah bi talîmatên rojane yên Ehmed, li ser hemû sazî û dezgehan kar dikin
. Bi vî awayî fotoyên sazî û dezgehan dikşînin û cihê wan a li ser xerîteyê tespît dikin. Ji derveyî foto û xerîteyan, bi taybet li ser rêvebirên sazî û dezgehan kar dikin. Fotoyê endam û rêvebiran, fotoyê wesayîtên wan, nav û telefonê şofêrên wan digihînin Ehmed, ew jî rojane digihîne MÎT û Parastinê.
Destpêkê bi taybet li ser sazî û dezgehên li Xanesorê kar dikin. Ji ber ku Xanesor piştî fermana 2014’an bûye yek ji navendên ku pergala Rêveberiya Xweser lê ava bûye û gel xwe li dora wê kom kiriye. Li Xanesorê herî zêde li ser meclîsa gel û asayîşê kar dikin. Pişt re li ser sazî û dezgehên nahiya Sinûnê kar dikin. Li gel tespîtkirina cih, yek bi yek endam û rêvebir têne tespîtkirin. Dîroka civîn û kombûnan ji Ehmed re têne ragihandin, Ehmed jî van agahiyan digihîne MÎT û Parastinê.

Piştî tespîtkirina hedefan êrîş têne plankirin Ev hemû xebat ji bo tespîtkirina hedefan tê kirin
. Piştî ku agahî digihîn ber destê MÎT û Parastinê, analîza van agahiyan tê kirin û di encamê de hedef têne tespîtkirin. Piştî ku hedef têne tespîtkirin vê carê qonaxek nû destpê dike. Piştî hedef tespît dibin, êdî karên ku didin pêşiya Ehmed, Seed û Selah jî diguhere. Êdî ew weke hucreyeke ji 3 kesan didin pey şehîdkirina pêşengên civaka Êzidî û hedefgirtina sazî û dezgehan.
Ev pêla êrişan a bi destê vê şebekeyê di 7’ê Kanûna 2021’an de bi hedefgirtina Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel (Dijwar Feqîr) destpê dike, bi teqîna Meclîsa Gel a Xanesorê û çend êrişên din berdewam dike.
ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button