Koma Dostaniya Kurd: Rêveberiya Şengalê nas bikin

Endamên Koma Dostaniya Kurd a Parlamenta Ewropayê nameyek ji Parlamenta Ewropayê û hikumeta Iraqê re nivîsandin û hişyarî dan ku hewldana serwerkirina kontrola navendî ya Iraqê li Şengalê, hewldanên metirsîdar in û işaret bi berpirsyariya PDK'ê kirin

Endamên Koordînasyona Koma Dostaniya Kurd a Parlamenta Ewropayê François Alfonsi (Koma Keskan/EFA), Andreas Schieder (Koma Sosyal Demokrat) û Nicolaj Villumsen (GUE/NGL) bi nameyekê, têkildarî rewşa Şengalê hişyarî dan. Name ji Sefîrê Bilind ê Iraqê yê li Yekîtiya Ewropayê Sadiq Alrikabi, Seroka Delegasyona Parlamenta Ewropayê ya Têkiliyên bi Iraqê re Sara Skyttedal û Raportorê Iraqê yê Parlamenta Ewropayê Mich Wallace re hate şandin. Her wiha hate ragihandin ku wê rêveberiya xweseriya demokratîk a li Şengalê jî bê agahdarkirin.

Di nameyê de hate ragihandin, ku krîza navbera hikumeta navendî ya Iraqê û xelkê Şengalê ji bo aramiya li herêmê metirsîdar e û qirkirina bi serê Kurdên Êzidî ve hat, hate bibîrxistin. Di nameyê de hate gotin, Kurdên Êzidî xwedî çand, ol û mîrateya dîrokî ne û herî dawî sala 2014’an bûn hedefa ‘Fermana 74’an’ a bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hate kirin. Di nameyê de hate destnîşankirin ku piştî vê fermanê, jiyaneke bi ewle ji bo Êzidiyan gelekî girîng bûye.

‘DAXWAZÊN IRAQÊ LI DIJÎ FERASETA DEMOKRATÎK Û TEVLÎKAR E’

Di nameyê de işaret bi rêveberiya xweser a xelkê Êzidî ya li Şengalê hate kirin û hate ragihandin ku rêveberiya demokratîk, hêzên asayîşê, YBŞ û YJŞ parçeyên ji vê rêveberiyê ne.

Di nameyê de hate destnîşankirin ku daxwazên hikumeta Iraqê yên ji bo betalkirina rêveberiya xweser a li Şengalê li dijî demokrasî û tevlîkariyê ye û hate bibîrxistin ku ev daxwaz li gorî peymanek navbera Bexda û hikumeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê ya di bin kontrola PDK’ê de hatiye çêkirin.

IŞARET BI BERPIRSYARIYA PDK’Ê YA DI KOMKUJIYA DAÎŞ’Ê DE HATE KIRIN

Di nameyê de hate gotin, PDK di komkujiya DAÎŞ’ê ya 2014’an de berpirsyar e, ji ber vê yekê jî civaka Êzidî PDK’ê teqez weke nûnerê xwe nabînin.

Di nameyê de işaret bi wê yekê hate kirin ku divê Şengal bibe herêmeke xwe bi xwe bi rê ve dibe û ji bo naskirina rêveberiya xweser a heyî bang hate kirin. Di nameyê de hate xwestin ku peymana 9’ê Cotmehê di navbera PDK û hikumeta Bexdayê de hate çêkirin, bi tevlîkirina rêveberiya li Şengalê re ji nû ve bê nirxandin.

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button