Piştî 9 salan keça Êzidî gihişt nava malbata xwe

Di encama qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ku bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û piştgiriya QSD, YPG, YPJ`ê hatiye destpêkirin keça Êzidî Wefa Elî Ebas hatibû rizgarkirin, îro jî li Xanesorê ji aliyê TAJÊ ve rasdestî malbata wê hate kirin.

Jina ciwan a Êzidî Wefa Elî Ebas ku niha 18 salî ye, di temenê 9 saliyê de bi xwişka xwe ya kerr û lal re (13) di dema êrîşa çeteyên DAIŞÊ’ê liser Şengalê de ji aliyê çeteyan ve ji gundê Koço hatin revandin. Wefa di dema qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ku bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û piştgiriya QSD, YPG, YPJ`ê hatiye destpêkirin, ji kampa Holê hate rizgarkin. Wefa îro li deriyê Sînorî yê Rebîa re radestî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî hate kirin. Wefa li şaxa TAJÊ ya Xanesorê radestî malbata wê hate kirin.

Di dema radestkirinê de Endama TAJÊ Şemê Remo kêfxweşiya xwe anî ziman û ji bo rizgarkirina Wefa spasiya QSD’ê kir û got : “ Wefa ji aliyê hêzên QSD ve li Kampa Holê hate dîtin û em gelek kêfxweşin, spasiya wan hêza dikin ku heya nehe keç û jinên me razgardikin. Bi saya şervana esîrên me careka din li malê xwe vedigerin. Em wek TAJÊ jî ku ev keçik radestî me hatiya kirin, malbata wê jî li ba me hazire em jî rizgarkirina wê pîroz dikin û radestî malbatê dikin.”

Malbata Wefa Dawid jî ji bo rizgarkirina keça xwe spasiya QSD’ê kir û got : “Heya nehe gelek kes di destê çeteyan de mane, em daxwaz dikin lêgerîna wan dewam bike daku însanên me yên mane jî bên rizgarkirin û bigehin malbatê xwe.”

Wefa Elî jî da diyarkirin ku ew gelek kêfxweşe ku gehiştiya nav kesûkarên xwe û got : “Ez bi saya YPJ’ê îro li nav malbata xwe me û gelekî kêfxweşim.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button