Muxtarê Şîayên Şengalê: Hikumeta Kazimî ji gelê xwe re xayîn e 

Yek ji muxtarên civaka Şîa ya Şengalê Ehmed Xayîb êrîşên dewleta Tirk a li Şengalê û Iraqê wekî nebûna serweriya Iraqê nirxand û got: ‘’Kazimî ne serokwezîrê Iraqê ye, eger serokwezîrê Iraqê bûya wê rê li ber êrîşan bigirta. Hikumeta navendî ji gelê xwe re xayîne.’’

Dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk, rojeveke bingehîn a siyaseta Iraqê û gelên herêmê ye. Her çiqas hin aliyên siyasî û civakî li dijî vê dagirkeriyê rabin jî dewleta Tirk ji rewşa siyasî ya Iraqê û hikumeta Kazimî hêzê digire, êrîşên xwe berdewam dike. Piştî êrîşa dewleta Tirk a 15’ê Hezîranê ya li Sinûnê, dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê bûye rojeveke sereke û gelek alî helwestên xwe li hemberî van êrîşan nîşan didin. Li Şengalê jî ne tenê civaka Êzidî, her wiha Şîa û Erebên li herêmê jî van êrîşan qebûl nakin û di heman demê de wekî êrîşeke li ser serweriya Iraqê dibinin.

Yek ji muxtar û rûspiyên civaka Şîa ya li Şengalê Ehmed Xayîb (Ebu Rakan) jî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji ajansa me re nirxand. Ehmed Xayîb di destpêka axaftina xwe de balê kişand ser rewşa siyasî ya li Iraqê û got: ‘’Iraq bûye wekî qada topê, serweriya wê nemaye. Em gelê Iraqê ne, em ji dewletek din jî nehatine. Me divê hikumeta navendî van êrîşan qebûl neke.’’

Ehmed Xayîb bêdengiya hikumeta Kazimî jî bi gotinên ‘’Ez nizanim ka berjewendiya hikumeta Iraqê çi ye ku rê vedike dewleta Tirk li gelê Iraqê bixe’’ rexne kir û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kanîmasî, Amediyê, Zaxo û seranserê Başûrê Kurdistanê bibîrxist.

‘Kazimî ne serokwezîrê Iraqê ye’

Ehmed Xayîb van êrîşan wekî şermekî ji bo hikumeta navendî nirxand û wiha berdewam kir: ‘’Kazimî ne serokwezîrê Iraqê ye, eger serokwezîrê Iraqê bûya wê rê li ber êrîşan bigirta. Çi rêz û serweriya Iraqê nîne, hikumeta navendî xayîn e ji gelê xwe re. Dewleta Tirk çima Iraqê dagir dike, 48 baragehên xwe anîne Iraqê, qey erdê Iraqê bê xwedî ye? Hikumet, îmkanên xwe hene ku van teyareyan bixe erdê, teçhizata wê ya leşkeri heye. Eger yek, du teyareyên dewleta Tirk were xistin, êdî nedihatin.’’

Ehmed Xayîb mijarê anî ser rewşa siyasi ya Iraqê û hewldanên avakirina hikumeta nû û wiha got: “Eger serokwezîrek nû hate ser kar, karê yekem lazime Tirkiye ji Iraqê derxîne. Lazime Iraq ji hêzên biyanî were paqijkirin.’’

‘Zarokê 12 salî PKK ye?’

Ehmed Xayîb polîtîkayên şerê taybet û propagandaya reş a li ser Şengalê jî bibîrxist û got: ‘’Bi hinceta PKK’ê êrîş dikin, ma ew zarokê 12 salî PKK bû? Di dikana xwe de bû, tên xwediyê dikanan dikujin û dibêjin PKK. Pir hovane êrîş dikin, gel bêxwedî ye, kî bixwazin li wî didin.’’

Muxtarê civaka Şîa ya li Şengalê Ehmed Xayîb, di dawiya nirxandina xwe de bang li parlamena Iraqê jî kir ku li hemberî dewleta Tirk biryareke cidî bigire û hem erd hem jî asîmanê Iraqê ji dewleta Tirk re bigire.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button