MXDŞ’ê bang li hekûmeta nû ya Iraqê kir ku xweseriya Şengalê nas bike

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê piştî civîna xwe bang li hikûmeta nû ya Iraqê kir ku xweseriya Şengalê nas bike û diyar kir ku wê ji bo xweseriyê têkoşîna xwe berdewam bike.

Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê doh bi kombuna tevahî endam û saziyên xwe li Şehîtgeha Şehît Dilgeş û Şehît Berxwedan encamnameya civîna xwe ji bo raya giştî û hikumeta Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand. Daxuyanî ji aliyê Serokê Desteya Eşaîrî Nayif Şemo ve hate xwendin.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê, bi tevlîbûna hemû pêkhate û saziyên xwe civîna xwe ya berfireh lidar xist. Rêveberiya Xweser a Şengalê di civîna xwe de rewşa dawî ya siyasî ya herêmê, bi taybet jî ya Iraqê û xebatên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi berfirehî nirxand.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê pêvajoya niha ya ku civîna xwe lê darxistî wiha pênase kir: “Me civîna xwe di pêvajoyeke hesas de li dar xist. Di vê pêvajoyê de li herêma me şerekî dijwar dimeşe. Di vî şerî de yên herî zêde xisarê dibînin; gelên ku heta niha mafê xwe bi dest nexistine, ji aliyê hêzên serdest ve hatine perçiqandin, jin û zarok in. Ev gelên ku heta niha bêmaf hatine hiştin, komên olî û baweriyên li Rojhilata Navîn in û di seri de civaka Êzidî û gelên Kurdistanê ne.”

MXDŞ’ê diyar kir ku li hemberî vî şerî hêzeke berxwedaniyê jî heye ku xwe di ber parastina tevahiya komên olî û gelên bindest de berpirsiyar dibîne û gotin “Ew jî Tevgera Azadiyê ye.”

‘Bêdengiya li dijî çekên kimyewî tê wateya hevkariyê’

MXDŞ’ê di civîna xwe de bal kişandin ser şerê niha tê meşandin û wiha nirxand: “Di vî şerî de bi taybet gerîllayên azadiyê yên ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hewara civaka Êzidî ve hatin, dibin hedef û çekên kîmyewî yên ku di cîhanê de hatine qedexekirin li hemberî wan tê bikaranîn.”

MXDŞ’ê da diyarkirin ku di asta cihanê de bêdengiyek li dijî van êrişan heye û dan zanîn ku ew weke gelê Êzidî vê bêdengiyê weke hevkarî dibînin û gotin: ” Civîna me hêzên ku van êrişên dijmirovî pêk tînin bi tundî şermezar dike û berxwedana dîrokî ya gerîla silav dike.”

‘Divê hikumeta nû ya Iraqê berjewendiyên gelan esas bigire’

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê da diyarkirin ku di civîna xwe de bal kişandine ser rewşa hikumeta Iraqê û wiha tê gotin:”Iraq ev demeke dirêj e di nava qeyraneke siyasî, civakî û aborî de ye. Hewldanên avakirina hikûmetê jî berdewam in. Niha Serokkomarê Iraqê hatiye hilbijartin û hewldana avakirina hikumetê bi encam bû û hikumet hate avakirin. Bi avakirina vê hikûmetê pêwîst e berjewendiyên gelan esas werin girtin û divê hedefa vê hikumetê avakirina Iraqeke yekgirtî û demokratîk be.”

‘Ji bo Iraqeke demokratik û Şengaleke xweser em ê danustandinan bikin’

Her wiha MXDŞ’ê da diyarkirin ku divê hikûmeta Iraqê rêzê li xwestekên gelên Şengalê bigire û mafê wan ê rewa di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de mîsoger bike û wiha didome:”Em Rêveberiya Xweser a Şengalê em ê di nava hewldanan de bin û têbikoşin. Li ser esasê ji bo Iraqeke demokratîk û Şengaleke xweser, wê danûstandinên me bi hikumeta nû re û bi hemû aliyên siyasî yên Iraqî re berdewam bikin.”

Meclisa Xweseriya Demokratik ya Şengalê di berdewamiya daxuyaniyê de dan diyarkirin ku divê hikumeta nû ya Iraqê li beramberî êrişên hewayî yên Dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê ku bi armanca valakirina axa Şengalê tê kirin, helwesta xwe nîşan bide.

MXDŞ’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de da diyar kir ku pêngava ku ji bo vegera Şengalê dayî destpêkirin de beşeke mezin ji gel vegeriyane ser xaka xwe û gotin: “Niha Şengal ji her derê zêdetir di ewlehî û aramiyê de ye.”

Meclisa Xweseriya Demokratik ya Şengalê di civîna xwe de dema pêş û rewşa ku tê de dijîn nirxand û pêşniyar û plansaziyên derketine pêş jî bi van xalan eşkere kir.

“Em Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê, daxwazên gelê xwe bi vî awayî pêşkêşî raya giştî dikin:

  1. Şengal parçeyekî Iraqê ye lê xwedî çand û baweriyeke wisa ye ku her tim rastî qirkirinan hatiye û nehatiye parastin. Ji ber wê jî em ji bo Şengalê, Xweseriya Demokratîk wekî çareseriya bingehîn dibînin.
  2. Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a di navbera Bexda û Hewlêrê de ya li ser Şengalê hatiyê çêkirin, pêwîst e demildest bê betalkirin. Divê ji niha û pê ve bêyî îradeya civaka Êzidî û gelên Şengalê, tu peymanek neyê çêkirin û li ser Şengalê neyê ferzkirin.

3.Ji bo yekîtî û aramiya Iraqê û Şengalê em Rêveberiya Xweser a Şengalê amade ne, bi serokkomarê nû yê Iraqê û bi hikûmetê re danûstandinan bikin û li ser esasê çareseriyê demokratîk em hevkariya xwe kûr bikin.

  1. Em daxwaz ji Parlamena Iraqê dikin ku temsîliyeta civaka Êzidî ya li parlemenê were zêdekirin.
  2. Em bang li hemû gelê xwe yê Êzdî yên ji ber fermanê koçber bûne dikin ku vegerin ser xaka me ya pîroz Şengalê.
  3. Ji bo Xweseriya Şengalê, em bang li hemû Êzidiyên ku li seranserê cîhanê berbelav bûne û bi taybet jî civaka me ya Êzidî ya li Ewropayê dikin ku di qada navnetewî de alikariya pêwîst bidin û têkoşînê bilind bikin.
  4. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Emerîka û Iraqê dikin ku bi giştî ji bo Iraqê û bi taybet jî ji bo Şengalê li beramberî êrişên hewayî yên dewleta Tirk, qada hewayî were qedexekirin. Û bi taybet em bang li dewletên ku fermana 2014’an weke jenosîd qebûl kirine dikin ku di vê mijarê de xwedî helwest û hewldanek taybet bin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button