MXDŞ’ê bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand

MXDŞ’ê bi boneya Cejan Remezanê peyamek weşand û got; “Şengal baxçeyê jiyana hevbeşe, divê hemû pêkhateyên Şengalê vî baxçeyî biparêzin û bi hevre Şengalê ji êrişan biparêzin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya Cejna Remezanê peyamek pîrozbahiyê weşand. MXDŞ’ê di peyama xwe de ragihand ku Şengal cihê jiyane hevbeşe, ji bo wê pêwîste hemû pêkhateyên Şengalê, vê jiyana hevbeş biparêzin.

Peyama MXDŞ’ê wiha ye: “Em cejna alema misilman ku ji bo atşî, azadî û jiyana hevbeş xwedî kedin pîroz dikin. Hêvîdarîn ku ev cejn bibe boneya bihêzkirina danûstandinên navbera tevahî pêkhateyên li herêmê, taybet jî li Şengalê.

Şengal baxçeyê jiyana hevbeşe, divê em xwedî li vî baxçeyî derbikevin. Em bi hevre Şengalê ji hemû plan û êrişên dagirkeran biparêzin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button