“Zarokên me ji tî û birçîna mirin”

Ji Navçeya Til Izêr emê niha jî çîroka Maşo Xidir a hîna tîna agirê havîna 2014’an ji kurahiya hinavê wê hil dibe û zarokek xwe di wê demê de winda kirî bi hev re ji devê wê guhdarî bikin ku bi gotina: “Zarokên me ji tî û birçîna mirin…” gotinê dibe ser rojên fermanê… 

https://www.youtube.com/watch?v=JncpZGy-qXw

Şengal – Ger em karibin ji deryaya jan û êşên jinên Êzidî dilopek jî ji tevahî cîhanê re ragihînin, ji me re serbilindiyeke mezin e. Ew jinên ku rojperestên vê axê ne, ji bo parastina bawerî û çanda kevnar a mirovahiyê, rastî 74 fermanan hatine û hê jî li ber xwe didin. Her çiqas di her fermanê de weke vê fermanê rastî, wêranî, koçberî, kuştin, revandin, firotin yanî rastî bi sedan kiryarên nemirovane hatibin jî careke din wan dest ji tewafa roja pîroz bernedane. Vê carê jî ji bo em serpêhatiyeke din a fermanê raxin ber cavên mirovahiyê me berê xwe da navçeya Til Izêrê.

Navçeya Til Izêr jî di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hat. Navçe, di sala 1946’an de ji aliyê kesekî bi navê Izêr Celf ve hatiye avakirin. Destpêkê malbata wî tenê li gundê Izêr dimîne, piştre di sala 1975’an de dema ku Sedam civaka Êzidî ji çiyayên Şengalê dadixe, wê demê gel neçar dimîne ji stargehên xwe dabikeve û berê xwe bide deştên Şengalê. Gel li her deverê bi cih dibe. Yek ji wan cihên ku Şengalî xwe lê bi cih dikin jî Gundê Til Izêr e û bi demê re dibe nahiye û heya beriya fermanê tê texmînkirin ku şêniyên wê nêzî 3-4 hezar kesî bû. Navçeya Til Izêr ku nêzî 15 km. dikeve rojavayê Şengalê bi xwe girêdayî Baecê ye. Pergala Baasê hîn di wan deman de ji bo ku gel ji wan çiyayan dabixîne zext û zoriyên mezin li ser gel dike, kaniyên çiya û newalên Şengalê tev bi qîrê digre. Wisa dike ku gel mecbûrî çolan bimîne. Pergala Baasê bi wê yekê tenê re namîne. Dema gel berê xwe didin deştên Şengalê li wir jî ji bo gelê Êzidî nebe xwedî hêz û nikaribe li ser vê axê bibe xwedî vîn wan ji hev belav dike. Mînaka wê yekê jî navçeya Til Izêr e ku bi Baeca nahiyeya ser bi Mûsilê ve girê didin. Bi wî şêweyî hem wê gel ji hev belav bibe hem jî wê bi demê re gelê Êzidî di nava çanda gelên Ereb de bihele. Nahiyeya Til Izêr piranî ji eşîra Feqîra pêk tê lê di heman demê de eşîra Korkorka, Helîqî, Qîranî û Zendîna jî lê dijîn.

Di 14’ê Tîrmeha 2007’an de li Til Izêr teqîn çêbûbûn

Li derdora Til Izêr gundên Ereban ên wekî Xatonî, Mitêwta û Keçelan hene. Berê her dem di navbera Şêniyên Tilizêr û Erebên derdorê de, ji ber nakokiyên ol bawerî û her wiha ji ber sedemên aborî şer derdiketin lê di 14.8.2007’an de teqîna ku di heman demjimêrê de li Til Izêr û Sibayê çêbû nîşan dide ku piştî gel ji çiyayên xwe dakeve, dê êdî tu ewlehiya wan nîn be. Jixwe di wan deman de ev herêm ewlehiya wê ji aliyê artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê ve dihat girtin lê tê gotin ku di roja teqînê de pêşmergeyên PDK’ê yên ku li ser sê riyên navendî yên diçin Til Izêrê zêrevanî dikirin bi gumana ku di wê rojê de hersê cih jî hatibûn berdan û di nava nîv setê de li gundê Til Izêr û Siba Şêx Xidir teqînên mezin di bin parastina Artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê de çêbûn. Di vê teqînê de ji derveyî birîndarên ku derxistine derveyî welat û heya niha tiştek ji wan nayê zanîn, nêzî 400’ kesî jiyana xwe ji dest dan. Rexmê ferman û tevahî planên qirêj ên li gelê Êzidî, gel careke din piştî fermanê berê xwe didin warê xwe. Til Izêr jî yek ji wan cihan e ku piştî fermanê careke din bi keda gel ji nû ve ava dibe û tê texmînkirin ku nêzî 600-700 mal vegeriyane gundên xwe.

Dema em li nava kolanên Til Izêr digeriyan em rastî komek jinan hatin. Jinên ku li ber dîwarên malên xwe yên xirabe rûniştî bûn, civata xwe xweş kiribûn. Me silav da hev û em hinek li gel wan rawestiyan. Me ji wan re armanca xwe ya hatina Til Izêr bi berfirhî got, ew jî pir pê şanaz bûn. Dayikek bi temen mezin her li me dinêrî diyar bû ew rêzana wan bû, ji ber pir zana û têgihîştî bû ji me re got: “Keçên min fermana me dît, mînakên wê li cîhanê kem in, rast e bi hezaran kes bûn qurbanî lê bi hezaran kesên mayî jî bi mixabinî, xwedî çîrokeke fermanê ne. Piştî van gotinan hem bi ken hem jî bi rûyekê xemgîn got; “Hema hûn biçin gel kê dê tiştek bibêje.” Di dawiyê de keserek kişand û got li dawiya gund malek heye, Mala Maşo Xidir e wê jinê di fermanê de zarokek xwe winda kir û di pey re hinek qala Maşo ji me re kir. Piştî peyvên dayikê qediyan me xwest em hema zû xwe bigihîjînin Maşo û çîroka wê, ji devê wê bi xwe guhdarî bikin.

“Bila tevahî gelên cîhanê bizanibin li ber çavên wan çi anîn serê me!”

Em careke din bi rê ketin, me berê xwe da kolana ku qala wê dikirin. Dema em hatin ber deriyê wê min lê nihêrî li pişt mala wê xendek heye. Yanî mala wan Til Izêr û aliyê din ê xendekê jî sînorê gundên Ereban bû. Min ji xwe pirs dikir gelo çawa karibûne xwe bigihîjînin şêniyên din ji ber mala wan li dawiya gund bû. Hê min ji xwe re bersiv nedîtibû min dît jineke bejinzirav û dirêj bi xêrhatina me kir û bi rûkenî em vexwendin mala xwe. Te digot qey li benda me bû. Di wê dema kurt de me jê daxwaz kir ku ji me re serpêhatiya xw vebêje, bêyî ku mal, mêr û derdorê bike hincet got: “Bi dilxweşî ez ê ji we re qal bikim, çima nebe, bila tevahî cîhan bizane me li ber çavên wan çi jiya.” Maşo pir bi hêrs bû, di dilê wê de hê jî agirê kela havîna Tebaxa 2014’an nevemirî bû. Ji ber ku ew jî wek gelek dayikên Êzidî kezebşewitî bû. Maşo berî me xwe amade kir û hat ba me. Lê ez bi xwe ne amade bûm, ji hêza wê ez ecêbmayî mam. Min dixwest gelek pirsan jê bikim lê destpêkê kijan? Ez her wiha difikirîm di nava dilê xwe de lê wê bi suhbeta xwe ez amade kirim bêyî ku ferq bike. Destpêkê min jê xwest qala jiyana xwe ya zarokatiyê bike û beriya fermanê jiyana wan çawa bû? Lê wê bi çend gotinan qal kir û rawestiya wekî ku bibêje qediya. Min careke din pirsa xwe jê kir û min jê daxwaz kir ku hinek berfireh behs bike. Maşo got min jiyana xweş nedîtiye ma ez ê qala çi bikim? Diyar bû ku Maşo jî wekî tevahî jinên din ne tenê xwedî çîrokek bû ew xwedî gelek çîrokên bi êş bû. Lê gelo çi bû ew çîrok?

Ji zarokatiyê ve jiyana bi êş û janê dagirtî

Maşo zaroka tenê ya malê bûye hê ew zarok bûye bavê wê wefat dike û dayika wê jî ji cem diçe. Ew li mala mamê xwe tenê heya 16 saliya xwe mezin dibe û bê dil wê di wî temenê biçûk de didin zewicandin. Dema Maşo qala 16 saliya xwe dikir di hûnandina peyvên wê de jî mirov dikaribû bi rehetî tevahî nexweşî û êşên wê yên beriya fermanê bibîne. Maşo bi nêrîn û awirên bi xwezî û tije xem li me dinêrî û digot: “Êdî derbas bû ez niha xwedî çar zarokan im ez mineta kesê hilnagirim, xwediyên min zarokên min in.”

Diyar bû wê gelek êşa bêxwedîbûnê kişandiye. Wisa jiyaye ku zarokên xwe yên 13-14 salî ji xwe re weke xwedî dibîne. Maşo bi çend gotinan beriya fermanê qala xweşiyên gundê xwe dike û di berdewamiya gotinên xwe de wiha qala ewrên tarî yên 3’ê Tebaxa 2014’an dike: “Jiyana me ya beriya fermanê gelek xweş derbas dibû lê mixabin xayînan nehişt xweşiya me berdewam bike. Beriya fermanê rast e, gel di warê debarê de zorî didît lê em li gel hev bûn, cîranî û hevaltiya me gelek bi hêz bû, şevxweşkên me rengîn bûn. Lê di 3’ê Tebaxê de tu jiyan ji me re nema, bi sedan kesên me hatin qetilkirin, ên neketin destên DAIŞ’ê jî ji birçîbûn û tîbûnê mirin, zarok û jinan êşên gelek giran kişandin.”

Dema daxivî her tişt li ber çavên wê zindî dibû

Dengê Maşo dilerizî dema diaxivî, diyar bû dema dest bi qala êşên fermanê kir, di wê kêliyê de tevahî bûyerên jiyayî weke fîlmekê li ber çavên wê zindî bûn. Êdî nikaribû rondikên xwe rawestîne. Her ku wê bi destên xwe dixwest rondikan ji ser rûyê xwe yê genimî zuha bike, weke morîkan rondik li pey rondikan ji kaniya çavên wê dihatin. Carna jî weke ku bêhna wê têk bibe û di qefesa singe wê de asê bimîne rondikên wê li ser rûyê wê asê diman. Bêdengiyek mezin li me bû mêvan, berêvar bû bayê germ li me dida û me bi hev re li hawirdora xwe dinêrî, ji hev bê xeber. Malên li dora me tev xerabe bûn yên mayî jî bê kes û kar bûn. Min li pelên dara spîndarê dinêrî, dengê wê weke melodiyekê bû enstruman jî serpêhatiya Maşoyê bû. Ji nişkave bêyî ku hay ji xwe hebim Maşoyê dest pê kir û min nexwest qet wê bidim rawestandin. Bi dengekî lerizokî wiha qala wê şevê kir:

“Nîvê şevê çeteyan êrîşî gundan kirin”

“Demjimêr 2:30 bû em bi tevgerînê hesiyan digotin: ‘DAIŞ’îne ji aliyê Baec ve tên.’ Jixwe mala me jî gel xendekan bû yanî em nêzî wan bûn, aliyê din ê xendekan DAIŞ’î aliyê me jî DPK’e bû di wê demê de di dil xwe de parastina me dikirin di seyteran de bûn, lê rê nedidan me digotin hûn ê bi ku ve biçin vaye hêz bi hewara we ve tên. Li ser Girzerik û Sibayê şer bû zilam û ciwanên me bi hewara herdu gundan ve diçûn. Ji derveyî jin û zarokan kesek di gund de nema. Me bi çavên xwe didît ku pêşmergeyên li vir cilên keçikan li xwe dikirin û direviyan. Ew xedir bû ku li me kirin, madem wê yê em neparastana bila çekên xwe dabûna me, jinan wê parastina xwe bikira. Piştî pêşmerge çûn em jî di demjimêrên 4’ê sibehê de derketin.

Me zarokên xwe bi xwe re rakirin birin lê tiştek din me nebir. Di mala me de ji derveyî 5 hezarî tiştek din tunebû min ew jî bi xwe re rakir û anî. Em heya seytera Til Izêr çûn li wir du DAIŞ’î rastî me hatin yek ji wan ji hevalên xwe re got; ‘Dev ji van berde, me yên bedewtir ji xwe re girtine ev bi kêrî me nayên.’ Em çûn malekê, zarokên min ji min xwarin xwestin ez jî bi wê tirsê ketim hewldana dîtina xwarinê û min zarokên xwe têr kir. Me got em ê biçin ger em karibin em ê xwe xelas bikin. Di rê de em rastî du dayikên temenê wan mezin hatin. Min ji hevjînê xwe re got em van jî bibin. Me ji wan pirsî ka çima li dawiyê mane wan jî gotin: ‘Em ê biçûna lê pezê me bi me re bû pêşmergeyan pezê me ji me girtin û birin.’ Em çûn gundê Cidalê ji me re gotin tiştek tune ye Til Izêr aram bûye vegerin. Em jî vegeriyan berêvar bû me got ka em binêrin kî li gund maye em çûn serban me hew dît yekî DAIŞ’î telqeberda me. Min ji hevjînê xwe re got were em zarokan veşêrin me xwe veşart gelek nema me dît du wesayîd hatin ber deriyê hewşê, ji hev re digotin ka çi heye em bibin. Lê baş e em nedîtin û çawa ew dûr ketin, me bi lez zarokên xwe anîn em çûn cem sîbaya avê me xwe li wir veşart.

Zarokan digotin dayê em birçî ne ji bo bêdeng bibin min digot razên bêdeng bin an na wê werin me bibin, zarok wisa birçî razan. Wê deme çar zarokên min hebûn ên mezin her du kurên min ên cêwî bûn emrê wan 6 salî bû. Berê sibê saet di 4’an de min wan rakir ji bo em bi rê bikevin. Li her deverê dengê wesayîdên wan dihat, diyar bû li miletê digeriyan ên xwe veşartî dema di malê de didîtin wan dikuştin dengê çekên wan dihat. Me xwe xelas kir em careke din çûn Cidalê ji wir jî em cûn Kersê ne av ne nan hebû. Em 7 kes bûn bîdonek biçûk li gel me hebû. Pêlavên zarokên min qetiyan me avêtin, em bi xwe jî bi piyen xas dimeşiyan li gundê Kersê em çûn malekê li wir parçeyek nan dan me ji bo zarok ji birçîna nemirin. Em ji Kersê hatin êdî taqeta me nemabû zarokên min tev biçûk bûn. Me bi dorveger ew didan milên xwe.”

Dema ku Maşo qala hatina DAIŞ’ê û rêwîtiya bi zehmet dikir, wisa zindî qal dikir ku ji bo kêliyekê me xwe jî di nava wê rêwîtiyê de dît. “Dengê nalenala pîr û kalan qêrîna zarok û jinên bi halekê dihat guhên min û her kes di nava wê kelegerma havînê de hem ji êşa ji yên li pey xwe hiştî hem jî ji tînan kezeb şewitî bûn. Lê tenê riyek hebû ew jî xwegihandina perestgehên xwe, çiyayên Şengal û Çilmêra bû.”

Sibê: Ji tîna hew karîbû…

JİNHA-EVÎN ZENDA

Show More
Back to top button