TAJÊ: Êşa me û gelê Mexmûrê yeke

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) êrişên dewleta Tirk li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê û xaka Başûr şermezar kir û got, “Êşa me û gelê Mexmûrê yeke, Yên ku gelê Mexmûrê û Şengalê ji Fermana 2014’an xilas kirin û bi sedan Şahadet dan, gerilayên HPG/YJA-Star bûn.”

TAJÊ bi daxuyaniyek êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê şermezarkir û da zanîn wek jinên Êzidî ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê berdewam bikin û xwedî li gel û şervanên xwe derkevin.

Daxuyaniya TAJÊ wihaye;

“Di vî demê dawiyê de, li Kurdistan û bi taybet li Başur êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bi hevkariya PDK her ku diçe zêde dibe. Rojane herêmên Kurdan tên topbaran kirin û xwezaya Kurdistan tê talan kirin. Li bermberî van êrîş û dagirkeriya ku heye, berxwedan û tekoşîn di pêşengiya gel û Gerîlayên azadiyê de mezin dibe û digihê asta herî jor. Ji Fermana 2014’an heya niha li ser gelê me yê Êzîdî û Kurd siyasetên qirêj tên meşandin. Herî dawî hevpeymana ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate çêkirin ev zêdeyî 6 meh in ku di rojevê de ye û ji bilî tevliheviyan tu xizmetek ji bo millet avanekiriye.

Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, wek jinên Êzîdî em vê dagirkeriya Tirk a ku li ser axa Kurdistan û Şengalê tê meşandin qebûl nakin. Buyerên herî dawî tenê asta hovîtiya dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê yên îxanetkar PDK nîşan dike. Mînaka herî ber bi çav şewata li Kampa Şariya li Dihokê, êrîşên li ser qadên çiya li ser Şervanên azadiye û êrîşên hewayî li ser gelê Mexmûrê ye. Di sala 2014’an de, ne tenê gelê me yê Êzîdî rû bi rûyê êrîşên çeteyên DAIŞ ‘ê bû. Di heman demê de milletê me yê Kurd ên Wargeha Şêhîd Rustem cûdî rastî van êrîşên hov bûn. Bi dehan caran gelê me yê Mexmûrê ji ber zext û dagirkeriya dewleta Tirk a hov neçarî koçberî bûne. Êşa me û gelê Mexmûrê yeke. Dîsa Şervanên Rêber Apo ku di xeta azadiya gelan de tekoşîn dikin û milletê xwe diparêzin, tên hedef girtin. Kesên ku gelê Mexmûrê û Şengalê ji ber Fermana 2014’an xilas kir û bi sedan Şahadet dan Gerillayên HPG/YJA-Star bûn.

Nezikatiyên Iraqê li beramberi van dagirkeriyan ne raste û nakevê xizmeta Iraqiyan de. Diviya bû Iraq li dijî dagirkeriya Tirk şer bike û ne pêre hevkariyê bike.

Ji bo vê jî wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî, em li pişt Şervanên ku bi sed hezaran Ezidiyan xilas kirine û bi hezaran Jinên Êzîdî ji destê DAIŞ rizgarkirine ne û em soz didin ku tekoşîna xwe heya dawî bilind bikin û xwedî li Şervanên xwe, milletê xwe û dostên xwe derkevin.”

Show More
Back to top button