Kazimî daxwaz û bangên Êzidiyan ji nedîtîve hat

Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî di peyama xwe ya ji bo salvegera fermanê de bersiva daxwazên Êzidiyan ên ji bo betalkirina peymana 9’ê Cotmehê û naskirina xweseriyê neda û îdîa kir ku doza Êzidiyan di nava karên wan ên pêşî de cih digire!

Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî bi boneya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de bersiva daxwazên pêkhateyên Şengalê û Êzidiyan û bangên wan ên wekî, betalkirina peymana 9’ê Cotmehê ya Bexda-Hewlêrê, naskirina jenosîda li ser Êzidiyan, qebûlkirina statûyeke xweser ji bo Şengalê neda.

Kazimî îdîa kir ku dosya (doz) Êzidiyan di nava karên pêşî yên hikûmeta federal de cih digire û diyar kir ku ewê ji bo vegera Şengaliyan bixebitin. Her wiha eşkere kir ku ewê her cûre hevkarî bi Şengaliyan re bikin, ji bo were avakirin.

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi pêşengiya Kazimî û berpirsên PDK’ê, li dijî rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên parastina Êzidxanê peymanek bi navê, ‘Peymana Bexda-Hewlêr’ hate îmzekirin. Li gorî peymanê divê rêveberiya xweser û hêzên parastinê yên Êzidiyan neminin û îdareyeke nû li roxmê îradeya gel li Şengalê were bicihkirin. Lê pêkhateyên Şengalê heya niha jî vê peymanê qebûl nekirine û banga betalkirinê li Hikûmeta Iraqê û Kazimî dikin.

ROJNEWS-BERÎTAN ZAGROS

Show More
Back to top button