KONGRA GEL: Heta statuya Şingalê bi fermî neyê pejirandin, wê xeterî li ser Şengalê hebe

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bi boneya salvegera êrîşên qirkirina li ser Êzidiyan daxuyaniyek da, destnîşan kir ku xebatên esasî yên vê demê bên kirin wê ji bo nasandin statûya Şengal û qirkirina wê be. Her wiha da zanîn heta statuya gelê Şingalê bi fermî neyê pejirandin, wê xeterî li ser Şengalê hebe

Dîwana Hevserokatiya KONGRA GEL, bi boneya salvegera 7’an a êrîşên qirkirinê ya li ser civaka Êzidî û Şengalê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Dîwana Hevserokatiya KONGRA GEL wihaye;

“Di 7’emîn salvegera komkujiya Şengalê de kesên jiyana xwe dest dane, jin-zarok-mirov em wan tevahî bi rêzgirtin bibîr tînin. Dîsa hêzên ku ji bo hewara gelê Şengalê hatin, gel parastin û şehîd bûn, em wan gerîlayên HPG’ê bi minnet bibîr tînin. Ew şehîdên qehreman, bi berxwedana xwe gelê Şengalê ji komkujiyeke seranser parastin. Em deyndarên wana ne, di dîroka gelê Kurdistanê de yê her tim jiyan bikin.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li hember êrêşên DAIŞ’ê PDK û artêşa Iraqê gelê Şengalê ne parastin û ji ber vê yekê jî yekser bûn şirîkê komkujiyê. Em wana bi tundî şermezar dikin. Ev helwesta wan ya dijî gelê Şengalê hê jî berdevame, pêwîst e bête guhertin.

Dijî Fermana 74’emîn, gelê Şengalê bi berxwedana xwe, bi pêşengtiya jinê şoreşeke civakî û demokratîk ava kir. Xwe rêxistin kir, di zîhniyetê de guhertin çêkir, parastina xwe ya rewa pêk anî. Yanî di Şengalê de guhertineke dîrokî çêbû. Bi ruhê berxwedanê û bi xwe bawerî, gelê Şegalê ji bo xwe nasnameyeke nû ava kir. Ev delîlê azadiyê û ya serketinê ye.

Lê belê xeteriya li ser gelê Şengalê berdevam dike. Heta ku komkujiya Şengalê neyê pejirandin, heta ku statuya gelê Şingalê bi fermî neyê pejirandin, xeterî yê li ser Şengalê hebe.

Ji ber vê yekê jî xebateke esasî ya vê demê, di qada navneteweyî de bi fermî pejirandina komkûjî û statuya Şengalê ye. Pêwîst e bi tevahî rêxistin û saziyên Kurdistanê, destkevtên Şengalê xwedî derkevin, pejirandina komkûjî û statuya gelê Şingalê ji NY’ê daxwaz bikin.

Dewletên dagirker li kûderê li ser gel û hêzên Kurd êrîş bike, pêwîst e tevahî sazî û rêxistinên Kurdistanî bi hev re yek bin, planên dagirkeran vala derbixin. Li ser vî esasî pêwîst e tevahî gelên Kurdistanê gelê Şingalê xwedî derkeve.

Ji ber 74 Fermanên li ser gelê Êzîdî pêk hatiye, gelên Kurdistanê û bi giştî mirovahî deyndarên gelê Êzîdî ne. Naha dema xwedî derketina gelê Êzîdî ye, naha dema efû xwestina ji gelê Êzîdî ye. Bi pêk anîna daxwazên gelê Şengalê, ev daxwaz dikare cih bibe. Ev jî bi pejirandina komkûjî û statuya Şengalê ye.

Di vî warî de em berxwedana gelê Şengalê pîroz dikin û ji dil ve silav dikin, heta dawî em bi berxwedana wan re ne. Azadî bê bedel nabe. Serketin ya gelê me ye.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button