Di berxwedana Xanesorê de pêşengiya  jin 

Dayikên Êzidî ku pişti fermana 2014’an xwe birexistin kirin, di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesorê di çeperên heri peş de li berxwedan û li hemberî xiyaneta PDK’ê biserketin. Nafya Mêşo diyar kir ku PDK’ê bi awayek hovane erîşê wan kir.

Jin di gerdûnê de rengekî serbixwe ye. Di her kêliyên jiyanê de fikrê jinê, nêrandina jinê, destdayina jinê xweşikbûnek ava dike. Ew xweşikbûna jinê herî zêde di jiyana gelên Kurdistanê de derdikeve pêş. Ji ber ku Kurdistan keleha berxwedan û têkoşînê ye. Wekî Rêber Ocalan jî dibêje:“Yên ku şer bikin azad dibin, yên azad bibin xweşik dibin, yên xweşik bibin têne hezkirin.” Mirov hebûna xwe çiqas bi wate bike di jiyanê de ewqas xweşikbûnê ava dike.

Jinên Şengalê di fermana 2014’an de, li hemberî DAIŞ’ê bi berxwedaniya xwe, mohra xwe li dirokê dan. Ew dîrok ji bo jinên Şengalê xwe li ser lingan bigire bû hêzeke mezin. Piştî naskirina fikrê Rêber Ocalan jinên Şengalê bûn xwedî îradeyeke mezin. Îro jî li Şengalê di her xebatê de rengê jinê, dengê jinê, berxwedaniya jinê derdikeve pêş. Şengal îro bi pêşengtiya jinên Êzidî ve xwe li ser linga digire. Yek ji mînakên vê rastiyê jî berxwedana Xanesorê ya 3‘yê Adarê 2017’an e. Di vê berxwedanê de yên ku di çeperên herî pêş de li hemberî dijmin bêtirs li berxwe dida jinên Êzidî bûn.

Dayê Nafya Mêşo ya ku di berxwedana Xanesorê de cihê xwe girtiye  ji me re qala kêliyên şer û berxwedaniya gel kir.

‘Ew jî DAIŞ bûn’

Dayê Nafya bi dilekî xemgîn û çavekî hêrs diyar kir ku 3’yê Adarê li ber dilê gelê Êzidî êşekî xiyanetê bû û got: “Rast e, PDK’ê gelek caran xiyanet li Êzidiyan kiribû lê belê ew xiyanet herî bi êş bû. Hêzen ku 3’yê Adarê 2017’an erîşê Xanesorê kirin “Pêşmergeyên Roj” bûn. Di fermana 2014’an de hedef kiribûn ku gelê Êzidî xilas bikin, lê belê ew bi encam nebû. 3’yê Adarê jî bi heman armancê erîşê gelê Şengalê kirin. Di vî şerî de hêza Êzidxanê hebû wekî YBŞ, YJŞ, Asayişa Êzidxanê. Hêzên parastinê şer kirin û li kelêka wan jî gelê me bi taybetî dayîkên me li hemberî vê erîşê li berxwedan. Piştgiriya şervanên xwe dikirin.”

‘PDK’ê bi awayek hovane erîşê me kir’

Dayê Nafya Mêşo dema behsa rojên şer dikir êşa xiyanetê dikişand û got: “PDK’ê bi awayek hovane erîşê me kir. Eger me xwestiba şer bikin me jî karî çeper bigirin. Lê belê gotin em birakujî nakin. Lê, sibehê carekî de bi ser me de gule barandin. Ew kesên ku êşên Êzidiya gihandibûn her derê êrîşê wan kesan kirin. Yek ji van Rojnemavan Nujiyan Erhan bû. Yên êriş kirin jî DAIŞ bûn, eger ne DAIŞ bûna bi ser gelekî ku ji fermanê xilasbûyî, êrîşek bi vî rengî pêk nedianîn.”

‘Jina Êzidî hêz ji dayîkên şoreşger girtin’

Beguman di şeran de êşên herî giran jin dikêşinîn. Nafya Mêşo jî wiha him behsa vê êşê him jî behsa pêşengtiya jinên Êzidî ya di çeperan de kir:“Jina Êzidî ne jina berê ye. Îradeya jinên Şengalê çêbûye. Rast e bav jî êş kişandin, lê belê kezeba dayîkan şewitî, dayîk kezep dan. Ji ber vê yekê dayîk êdî bêdengiyê qebûl nake, zilmê li ser xwe qebûl nake. Dayîk li ber xwe dide, di vî şerî de jî dayîkên Êzidî çeperên pêşî girtin. Dayîk di çeperan de berxwedaniya herî mezin kirin. Bi berxwedaniyeke mezin jî biserketin. Niha jî dayîkên di Êzidî hemû xebatên heyî de cihê xwe digirin. Jina Êzidî ji dayîkên şoreşger hêz girtin.”

‘Êdî em yên xiyanet li me kirine qebûl nakin’

Dayê Nafya Mêşo diyar kir ku ew wekî gelê Êzidî careke din mirovên ku ferman bi ser wan anîne, xiyanet li gel kirine qebûl nakin û got:“PDK’ê li Herdanê digot, me hezar şehîd li Şengalê dane. Pêşmerge tu şehîd li Şengalê nedaye. PDK pişta xwe da me û reviya, ew berî Êzidiyan reviyan. Em ji fermanê xilas bûn û gel dibêje em PDK’ê careke din qebûl nakin.”

Ji bo ferman nû nebe jin xwe pêş dixe

Herwiha Dayê Nafya bal kişand ser pêşketina jina Êzidî ya li Şengalê û pêde çû: “Jin pêşketî ye û hîn zêdetir xwe pêş dixe. Jinên Şengalê niha di dîplomasî, meclîs, partiyên siyasî, hêzen leşkerî de cihê xwe digire. Jina Êzidî heta ji destê wê tê ew siyaseta ku berê ser vê dihate meşandin nahêle careke din were meşandin. Jina Êzidî êdî qabûl nake carekedin fermanek were ser wê. Dema zarokê wê rabû ser xwe, ew jî pişt zarokên xwe digire.”

Dayê Nafya Mêşo di dawiya axaftina xwe de jî ji bo parastin û pêşxistina hêzên cewherî bi van gotinan bang li civaka Êzidî kir: “Niha hêzên me yên leşkerî li pişt me ne, ew nebûna, hêzên desthilatdar wê ji zû ve me ji Şengalê derxistibana. Gelê me pişta zarokên xwe bernedin, hîn zêdetir qayîm bikin. Ew şervanên ku di bin berf û baranê de gelê xwe diparêzin bila gelê me jî wan biparêzin.”

ADAR AVESTA- ROJNEWS

 

Show More
Back to top button